Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

Jiyannama

Bavê Çawîş, Pîr Kemal

"Tu dê her di dilê me de bî"

 

Bavê Çawîş, Pîr Kemal

 

 Dilgesh Îsa/15.02.2006

 

Rehmetî Bavê Çawîş, Pîr Kemal kurê Pîr Mer’an e, li gundê “Sebahiyê” li Çiyayê Şingalê di sala 1920 an de ji dayikbûya.

Bavê Çawîş, bi navê bapîrê xwe Pîr Kemal Majdîn hatiya bi navkirin, bapîrê wî yê ku di şerê Firîq Paşa de li Çiyayê Şingalê serê xwe di ber dînê xwe de kirî qurbanî.

 Li Çiyayê Şingalê, Pîr Kemal Majdîn, babpîrê Bavê Çawîş, şerê leşkerê dijmin kir û qêrînî li wan kir û got “ ezê serê xwe di ber dînê xwe de bikim qurbanî”, wê demê Pîr Kemal Majdîn du dever ji komênin leşkerê dijmin rizgarkirin, lê ji nişkê ve fîşekek lêket û ew kuşt. Pîr Osê Majdîn, birayê Pîr Kemal Majdîn, di vî şerî de bi birayê xwe re bû, piştî kuştina birayê wî, ewî şer berdewamkir û di dimahîkê rext û tivingê leşkerên dijminê tirsonek dan hev û bi xwe re birin.

 

Piştî vê bûyerê Hozan û stranbêjêt wê demê stran avêtin ser Mêraniya Pîr Osê Majdîn û Hemoyê Şero. Neha gora Pîr kemal Majdîn di nav Mezargeha “Şerfedîn” de ye û gora birayê wî Osê Majdîn li bakûrê Kurdistan e, di nav Mezargehêt êzidiyên wê deverê de ye.

 

Li ser çûna Bavê Çawîş, Pîr Kemal Mer’an ji bo Lalişa Nûranî:

 

Bavê Çawîş pênc xwîşk û birayên wî hene, û dema Pîr Kemal çû Lalişa Nûranî wê demê ne ji belengazî çû, ji ber dayi û bavê wî xwedî pez û zevî bûn.

Tê gotin ku Pîr Kemal çend caran di xew de dît ku Mala Adiya têne pey wî, ta ku wî bibin Lalişa Nûranî; piştî cara dawî ku Mala Adiya dawet jê re shand (di xew de) rabû Pîr kemal haziriya xwe kir, xwîşk û birayên xwe, dayik û bavê xwe, binemal û zevî û rezê xwe li pişt xwe hiştin û di sala 1947 an de berê xwe da Lalişa  Nûranî û li wê deverê bû Xizmetkarekî bawermend û şikestiyê Xwedê.

 

Karûbarên Bavê Çawîş, Pîr Kemal di Parêstgeha Laliş de, ji bilî ‘ibadetê, xizmeta Mergehê bû û wekî din jî bi karûbarê Mêvanan û Rêwiyan radibû.

 

Hêjay gotinê ye ku deh sala Bavê Çawîş di Laliş de bi cilkêt xwe yên normal ma, anku deh sala dibin azmûnê/tecrûbê de ma, piştî vê demê, Bavê Şêx û Bavê Gavan daxwaz ji Mîrê Êzidiyan kirin ku cil û bergêt Bavê Çawîş li ber Pîr Kemal ken û bi vê yekê bi fermî biken Bavê Çawîş. Wek tê zanîn Cilkêt pîroz yê bavê çawîş ji kofiya serî, ristik û Xerqa sipî, ya ku bi ava Kaniya Sipî û Kaniya Zimzim şûştî, pêk tê.

Rehmetî Bavê Çawîş, pîr Kemal li Lalişa Nûranî de nêzîkî 23 jora (oda)  Mezar ji bo Rêwiyan avakirin.

Piştî ku di navbera sala 2000 an û 2001 ê nexweşîna dil li ba Pîr Kemal peydabû, birayê wî Babîr Mer’an Kemal ew bira nav mala xwe û li ber serê wî çû hat, heta roja qedemguhast.

Di roja 22.10.2001ê de û piştî nexweşiyeke dijwar hêja Bavê Çawîş, Pîr Kemal Mer’an li gundê Êsifnê qedemguhast.  

Gora Pîr Kemal di nav Mezara Êzdînmîr li geliyê Laliş de ye.

 

Sed rehma Xwedê li qencê Xwedê bin, şikestiyê dînê xwe, bavê hemî Êzidiyan, Pîr Kemal.

 

 

 

 Jêder: gotara Silêman Babîr Mer'an Kemal

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis