|
Coqîyên Lalişê
Bi helkefta cejna cemayê ya vê salê u bo cara yekê Êzidîyên me yên dervey welat bi rêya hevkarîya komelên Êzidiyan li Elmaniya bi şêweyekî rêkxistî qesta heca xwe Lalişa nûranî li Kurdistanê kirin nexasme piştî aramî u tenahî li başûrê Kurdistanê li bin sîbera perleman u hikûmeta Kurdistanê peyda bûy u hatin u çon bo Kurdistanê bi rêya firokxana nêvdeoletîya Hewlêr u Silêmanîyê rastew xwe u yekser çêbûy . Em jî wek Êzidî u nexasme li bingehê Laliş bi vê yekê pirr kêfxweş bûyn ku ev pire li nêva miletê me li xerîbîyê u Êzidîyên Kurdistanê çêbûy u bi vê hatina rêkxistî dê kontakên me xurt u mukumtir bin bi navê tevaya endamên bingehê laliş bi xêrhatina coqîyên lalişa nuranî di keyn nexasme isal ji bilî Êzidiya zef cornalist u lêkolînvanên biyanî jî qesta bingehê laliş u lalişa nuranî kirîne . U em li gor şîyanê di xizmeta wan dane .
Pîr xidir silêman Serokê Bingehê Laliş / duhok
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |