|
Mamosta Esker pişt rast be ronahîya rojê bi bêjingê nayê girtin Pîr xidir Serokê Bingehê Laliş
Nivîserê hêja u qedir giran Dr.Eskerê boyik zor berêz
Me li bingehê laliş ,Duhok ew nameya we arestey Mîrê Şêxan u Extiyarê Mergehê u civata ruhanî u Bingehê Laliş u tev komel u malên Êzidiyan kirî bi hurik xûnd , ku we pirseka pir fer u giring kirî sebaret pêtivîya tifaqa Êzidiyan u pirsa netewa Êzidiyan aye Êzidî kurdin yan ne ?!! Mamostayê hêja heke hinek layen u kesayetîyên navbirî yan jî navê ked u emeka we ne xûnd be , yan jî nave we wek nivîserekî eyan li esmanê edebiyata kurdî u Êzidînasîyê ne dît be ew ne guneha we ye belku xemsariya wane , heke nav u keda we bihîst be u qedrê xemxor u nivîskarê xwe jî ew qas ne girin disa her çend cihê dax u mixabiniyê ye lê ew piroblima wane , lê di xiwazin bêjin : Em li Bingehê Laliş tam qedrê nivîsînên we li beware dîrok u edebiyata kurdî u Êzidînasyê di zanin u her ji ber vê hinera we me wek Bingehê Laliş hûn ji nav koma Ekadîmîkên kurdnas u Êzidînas daxieaz kir bûn ji bo vistevala Laliş ya salane ta ku bi vekolîneka xwe ye zanistî vistevala me dewlemend bikin u me di zanî hûn çend bi eşqin bêne Kurdistana azad ew Kurdistana di salên şêstan de we xewnên rewa u şirîn bi azadiya wê ve di dîtî me di zanî hûn çend bi eşqî dîtina Lalişa Nuranî kulîlka Kurdistanê ne , lê mixabin rewşa hatina we dijware u we nikarî xewna xwe bînin cih bi wê hîvîyê zûtirîn wext hûn bikaribin bêne Kurdistanê u Lalişê Welatê bav u kalan . Sebaret pirsa we : ewa peywendî bi me ve hey wek Bingehê Laliş ji xwe me Bingehê xwe li bin dirûþmekê vekirîye : (Laliş kaniyeke zelale di hurte di robarê roşenbîrîya kurdî de ) Em şanazîyê bi vî dirûşmî di keyn u persiva pirsa we jî têdaye .u di nav deh pazda salan de bi pirektîk xoya bû ku geşbûna kurdîtîyê geşbûna Êzidiyatiye ye u her kesek yan layenek xo bi xemxorê Êzidîyatiyê bizane rêya xizmetê u paşe roja geş ye xoyaye. Lê heke di sîh – çil salên dijwarên borî de mîr u civata ruhanî xo li vê pirsê ji naçarî bê deng kir bin ,
Iro roj u li çendeha mehfela rêzdar Babê Şêx Xeto mîna rehmetîyê Babê xo Babê Şêx Hecî tim di bêje em Kurdin herhosa mîr Tehsîn Beg jî di bêje em Êzidî jî layê netewî ve Kurdin . u dîsan dê vê nameya we ya vekirî dê gehînin wan ka dê çî bêjin we .
Lê ewên kevne be sî u duvelankên rijêma diktatora ji nav çoy çawe erebên be sî xo di kevlê islamla radîkal kirîne , kevne be sîyên Êzidî jî xo di kevlê Êzidiyatiyê zebûn kirîn.
Lê ronahîya rojê bi bêjîngê nayê girtin .
Di gel silavên biratîyê
Pîr xidir Serokê Bingehê Laliş
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |