|
Vegere
Serokê
kurdistanê: ti bingehek ji bo guherandina ala û sirûdê kurdistanê nîne

PNA – Piştî ku di hinek kanalên ragihandinê
yên kurdistanê de hatibû belavkirin ku dê ala û sirûdê kurdistanê
bihên guherandin, serokê kurdistanê Mesûd Barzanî got: min li Baxdadê
ev nûçe bihîztiye.. bi ti rengî jî, guft û go li ser mijara
guherandina ala û sirûdê kurdistanê li parliyamenta kurdistanê
nehatine kirin...
Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî evroj li parliyamenta
kurdistanê li ser pirsa guherandina sirûdê niştimanîyê kurdistanê û
alaya kurdistanê weha got: hinek tişt hene ku dibin beşekî ferheng û
dîroka neteweyê.. em kurd jî, me li jêr evê alayê bi hezaran şehîd
dane.. ji bo guherandina wê jî, ti guft û go li serokatîya herêmê
nehatine kirin.
Hêjayî gotinê ye ku di çend rojnameyên kurdistanê de hatibû belavkirin
ku dê helbestek Şêrko Bêkes şûna sirûdê Ey Reqîb bigire û ji alîyekî
din ve jî, wezîrê rewşenbîrîyê Felekeddîn Kakeyî gotibû ku heger
biryar li ser guherandina sirûdê niştimanîyê kurdistanê bihê dan, ew
dê dest ji kar bikişîne.
Çavkanî:
Peyamnêr
|