|
Vegere
Encamnameya Konferansa
Muzîka Kurdî

PNA- Li
bakurê Kurdistanê di navbera 23-24 Berfanbara 2006 an li salona
Konferansê ya Şarederîya Baxlera Dîyarbekirê bi tevlîbûna û bi
beşdarîya 140 delegeyan Konferansa Muzîka Kurdî hat darxistin û bi
encam bû. Konferansa Muzîka Kurdî bi dirûşa `Ji paşeroja heta îro ber
bi pêşarojê ve Muzîka Kurdî`civîya, li ser 19 xalan 4 civîn hatin
pêkanîn û gotar û amadehîyên akademîk bi bi berfirehî hatin pêşkeş
kirin...
Encama Konferansê

Wêne:
netkurd.com
1. Konferansa Muzîka Kurdî
yekemîn bû lê ji niha û bi şûn de divê xebat û Konferansên li ser
mijarên bêtir taybet û spesîfîk wekî dewama vê bêne li darxistin.
2. Bi giranî xebatên akademîk û
zanistî li ser Muzîka Kurdî bêne kirin û zanyar û pispor vê mijarê
bixine rojeva xwe, nîqaş bikin û bi piştgirîya wan Muzîka Kurdî di
qada navneteweyî de cihê xwe bigre.
3. Vê konferansê careke din jî
destnîşan kir ku xaka Kurdan di nav xwe de bawerî, çand û formên cur
bi cur dihewîne. Ji ber vê rastîyê divê xebatên lêkolîn, tomarkirin û
parastina van nirxan bête kirin.
4. Ji bo ku muzîkkar û
lêkolînerên ku xebat û lêkolînê li ser Muzîka Kurdî dikin xwe
birêxistin bikin, xebat bêne kirin.
5. Berhem û nirxên Muzîka Kurdî
divê teqez bêne nivisan û bêne tomarkirin.
6. Xebatên li ser Muzîka Kurdî
yên nivîskî, yên dîtbarî û yên guhdarkirîkirinê dema bêne kirin divê
nêzikahîya akademîk û zanistî esas bê girtin.
7. Bi piştgiriye Muzîkkar û
sazîyan projeyên li ser Muzîka Kurdi ji UNESCO û Yekitîya Neteweyan,
Yekitîya Ewropara bêne pêşkêşkirin.
8. Li hemî herêmên ku Kurd lê
dijîn xebatên berhevkirin arşîvkirina berhemên Muzîka Kurdî bên
kirin. Herwiha ji bo vê komên xebatê bêne avakirin û saziyên ku ew ê
van biparêzên bên dîyarkirin.
9. Ji bo yekitîya muzîkkar û
hunermendên Kurd gelek ji hev belav in û parçe parçe ne. Yekîtîya
Muzîkkarên Kurd bê avakirin û kesên ku tevlî vê konferansên bûne wekî
endamên xwezayî bêne pejirandin û xebat bên kirin.
10. Ji bo pêwîstîyên Muzika Kurdî
bên cih, divê teqez konservatuwar bên avakirin û ji bo vê serîlêdan
bên kirin.
Ev jî bangên Konferansê ne
1. Li Tirkîyeyê beşeke mezin a
Kurdan dijîn. Kurd nikarin çand û muzîka xwe îcra bikin, ji lewre
gelek pirsgirên li pêşîya wan hene. Hewcedarîya Muzîka Kurdî û
Hunermendên Kurd, bi piştgiriyê heye. Ji bo vê divê Wezareta Çandê ya
Tirkîyeyê ji bo çanda Kurdî û muzîsyenên Kurd êdî dev ji helwestên
înkarkirinê berde. Ji bo ku Muzîka Kurdî bi pêş de here hem ji alîyê
madî ve hem jî ji alîyê sazûmanî ve divê alîkarî û piştgirîyê bide. Em
heman bangê li ser dewleta Îran û Sûrîyeyê jî dikin.
2. Em wekî muzîkkar û
pêwendîdarên Muzîka Kurdî di bin bandora pirsgirêkên aborî û sîyasî de
dimînin. Ji bo pirsgirêka Kurd çareserîyeke demokratîk nehatîye dîtin.
ev li ser me bandor dike û me tevan alaqadar dike. Ev wekî zor û
zehmetî qedexekirin astengkirin û pirsgirêkên aborî li me dizivire. Ji
ber vê em dixwazin ev şerê ku bûye sedema mirina bi deh hezaran
mirovan, şewitandina bi hezaran gundan, koçberbûna bi milyonan mirovan
û bi zîyana milyondolaran, bi dawî bibe. Ji bo ku pêvajoya agirbestê
mayînde bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe em bang li Hikûmetê dikin.
3. Em bang dikin ku gelê me CD û
kasetên korsan nestîne. Korsan gelek zirare dide Muzîka Kurdî û
muzîkkarên Kurd, em bang dikin kesên vî karî dikin bên şermezarkirin.
Herwiha em bang dikin şarederîyan ku li hemberê kesên karê korsanê
dikin, mekanîzmayên hiqûqî pêşbixînin û berpirsyarîyên xwe yên civakî
û fermî pêk bînin.
4. Em bang dikin sazîyên ku
weşana Muzika Kurdî dikin ji bo muzîka Kurdî deforme nebe xebatên
wesîfdar û bikalîte bi pêş bixînin û polîtîkayên nû pêk bînin.
Navenda Çanda Mezopotamya
Çavkanî: Peyamnêr
Jor
|