Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German
 

Vegere                         Qewlê Afrandina Kinyatê

 

Yarebî dinya hebû tarî
Tê da tunebûn mişik û marî
Te zindî kir taze halî
Çû nema gul jê barî
Ya Rebî tu hostayê kerîmî
Te vekir rê û derba tarî
Tu hostayê her tiştî
Bihuşt çêkir renge bî

 

Erd û ezman tunebûn
Dinya fireh bê bin bû
Însan û heywan jî tunebûn
Te xak saz kir

 

Di behran de tenê hebû dur
Ne dimeşiya,ne dipeşiya
Te xweşruh anî ber
Nûra xakê peyda kir

 

Goşt û ruh hatine ber
Nûra çavan lê hate der
Dest û pê kire leş
Lê şêrîn kir got û bêj

 

 
Xwedawendê me hostayê rehmanî
Rê û dergeyê dinyayê vekir
Her tişt ji me re deranî
Bû buheşt erd û avanî

 

Xwedawendê me tiştî dinas e
Dura kasê jêre kir esas e
Jê peyda kir mêrê xas e
Got:"Eve heq nebes e"

 

Dur ji heybeta Êzdan hincinî
Taqet nekir hilgirî
Ji rengê însan xemilî
Sor û sipî lê hêwirî

 

Êzdanê me bi rehmanî
Hisin û cemal ji me re anî
Destûr da qelemê qudretê
Em avêtin nav sira muhbetê

 

Hêvên havête behrê,behir pê meyanî
Dûmanek jê derxwenî
Çardeh tebeqên erd û ezman pê nijinî
Êzdanê me dur deranî

 

Muhbet avête nav e
Jê peyda kir du çav e
Jê herikî pir av e
Av ji durrê herikî
Bû rê û bê derî

 

Êzdanê me ser behrê gerî
Êzdanê me gemî çêkir

 

Însan,heywan,teyir û tû
Cot bi cot li sefînê siwar kir

 

Xwedawendê me sefîne ser e
Serekî digere çar kinar e
Sefîne qul bû, av kete ser e
Marî dûvê xwe dana ber e

 

Xwedawendê me gemî ajot
Ji kinar ço ber kinar e
Ajote Lalişe got."heq war e"
Siltan Êzî xweşrêber e
Lalişkurkî beşer e
Niha êzdî jê xeber e

 

Ya Rebî bang dikim şêxê mezin
Çavkanî av jê dizên

 

Ya Rebî te dinya çêkir, dinya bixêr
Însan têda dijîn bi têr
şevên reş,şevên tarî
Cî nema gul jê barî

 

Xwedawendê me kerîm û rehman
Kire rikin erd û ezman
Da berme ruh û ziman

 

Xwedawendê me rebil semed
Afirandin heft milyaket
Cuda kir dojeh û buheşt

 

Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastin
Micalê erdê birastin,
Nobeta qeza guhastin
Li guneh baran bû ruhistin

 

Çiqas xwedawendê me dinya kir sefer e
Sixir dikir dar û ber e
Pê nijinî riknê mexiber e
Lalişjor de anî xwar e
Lalişbû xweşcî û war e
Li erdê şîn bû nebat e
Pê zeyinî,zendî kinyat e

 

Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim ji me re danî
Pê dilovan Adem nijinî

 

Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim li rûyê dinê danî
Yek ave,yek nûre
Yek axe,yek jî Agire

 

Xwedawendê me bi rehm e
Diyar kir şaz û qidum e
Hêvênê Adem hevsûr zor tixûm e
Hevsûr geriya,hat hindave

 

Qalibê Adem mabû bê gav e
Go:"Ruho çima naçî nav e"

 

Xwedawendê me qudret e
Zeyandî çiqas xuliyaqet e
Jêra çêkir doje û cinet e

 

Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastin
Mecalê erdê birastin,nebeta qeza rastin
Ji însan qencîtî xwestin
Lalişji ezman dihat e
Li Erdê şîn dibû nebat e
Pê cêyiran çiqas qinyat e

 

Xwedawendê me înê kir esas e
şemiyê biriye kiras e
Çarşemê kir xilase

 

Heft sed sal paşhevsûr hat dira nikase
Heft sed salî berî Adem jimar e
Erdê xiyare negirtî şiyar e
Heta Lalişa nûrîn di nav de hinar e
Û bang da ruh hedirî
Hat û ço buhirî
Nûra muhbetê hingivte serî
Hat û di qalibê Adem de hêwirî

 

Xwedawendê me rehmanî
Kasa sirê ji Adem re anî
Av ji kasê vexwar,vejiya
Cîda mest bû hejiya
Goşt jê xuwest wê ruhê
Xîret kete nav serî
Xwîn li canê wî gerî

 

Adem Xwar ji wê kasê
Sira kasê xweş lê tê
Kerameta kasê gehişte buheştê
Milyaketan bi milê wî girt û avêtin buheştê

 

Adem ji kasê vedixwar e
Kerameta kasê pê ve diyar e
Xak pê nijinî,bû hişiyar e
Got:"Ev erd çî xweşe"
Giyayê şîn sergeşe
Roj roja mêrê keleşe

 

Xwedawendê me rehmanî
Ji me re keremek anî
Dem û dezgehê başdanî

 

Hey Ademo rûdinê
Her dem bike îmanê
Xwedawendî em xilas kirin ji tofanê

 

Gelî mirîdan bikin karî
Xêra qudretê ji jor barî
Xwe dûr bikin ji neyarî

 

Kerameta xwedawendê me hate xwarê
Erd û ezman didinn xêrê
Hûn jî bibin xwedanê xêrê
Qet ji bîr neken vê xeberê

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis