|
Vegere
Qewlê behra
Rojekê difikrîm, şevan û roja
Damamekê digrim li ber xweda
Çi
behreke mezin e
Qendîleke je bê bin e
Çar cewê jê çûn e
Çi
behreke qeyas e
Rukneke çar asas e
Çar asase rukneke
Xaliqê xasê dîwanê Şîxadî ku zivete libas e
Çi
behrek bê hed e
Padşê mêrayî semed e
Medeta şêxê xwe me
Zor methê şêxê xwe didim e
Çi
behreke emlîq e
Padşê mêrayî şiblîq e
Dûr bûm, hatime nêzîk e
Dûr
bûm, hatime kinar a
Pêl didame du car a
Hewara şêxê xwe me
Zor methê şêxê xwe didim e
Minê
dîye behrek
Ortê de heye dîwarek
Ser sekinîbû şêreswarek
Minê
dîye emanek
Xewle dîbû feqîrek
Ew jî dikir raw û tivdîrek
Padşê minî mezin e
Xudanê yanzde cotin, qoşin e
Nifûsê wan leşkerê giranva diçûne
Padşê min erşdikir
Ferşdikir, nexşê xwe datanî
Du
cindîya rimek digeran din
Wan cindîya rim digêran din
Hûn boy kinarê xwedêra şehde bin
Padşê min zelpek te da
Donzde hezar silavet ber vedida
Nav dikirê Sultan Êzda yê min dergekî durê ra
Tim
yekî ji wan yî rûniştîye, dudejiya pîyan e
Dilê min yî ji wan ve eyan e
Fitîleke çar çiran e
Çar
çirayê fitîlek ê
Hevt dergene kilîmek ê (kilîtek ê)
Çi
bajarekî çar sûr e
yanzde xendeka yî kûr e
heft tarîne, çar nûrî ne
Qadî
menberin
Kitêbe, defterin
Rukneke çar beşerin
(Cindî serwerin
Kitêb û defterin
Rukneke û çar beşerin)
Çar
beşerê ruknekî
Du ta min dîne cîkî
Nav dikrê Sultan Ezda min hildan, avêtine sîkî
Hûn
xwedanê nedera
Melek Şêysin sekiniye eşkera
Vedike qewla, dixwîne deftera
Dewrêş Qatanî çar ménî digotin
Bandê nayêne gotin
Axretê nayêne firotin
Em di kêmin Xwedê temame
Top
|