|
Vegere
Qewlê Birayîm Pêxember
Silavêt êkî mébûd e
Ne tehiyat hebû ne sicûd e
Bedîla Azir û Nemrûd e
Silavêt êkî dayîm
Li vê herfê ecîb mayîm
Da bidîn wisfetêt birayîm
Silavêt êkî bêrî ye
Keşîşekî di xewna xwede dîtî ye
Ewladek li nava şaristanê dê dahir bî ye
Ya
keşîşo, tû dibêjîwe nabî
Ev diniya li min cema bî
Kesekî ji nemrûdê kafir mezintir nabî
wey
li Nemrûdê kafir e
Wey li hermetêt bê mefer e
Zigê hermeta kelaşt û weled jê havêtine der e
Li
ber qudreta qadirî
Ewî weledî ji nava şaristanê vavirî
Hevête bedena jina Azirî
Yî dêr û senem bî kafira bi destê xwe çêkirî
Sibeyike ji yên hedîd e
Xwedê teála fereca birayîm li wêde
Da milet û ûmet pê be zêde
Ya
lawio têr bijî
Xwedê emrekî dirêj bide te û bijî
Da mekeh û medîne bi destên xwe binijî
Sibeyek ji yên xewlî ye
Birayîm Xelil ji day û babê xwe pirsî ye
Dayê ê Xwedê di hebînin kî ye?
Sibeyek ji yên bi fûd e
Ne tehiyat hebû ne sicûd e
Yala û day babê te di hebînin bi xwe nemrûd e
Ya
dayê tu ne bêje birayîm yî tefal e
Xwedê min ne kujit ser îmana we înşalla û teál e
Îmana we pêgirtî ye betal e
Ne xêr tê hebû ne sewab e
Li axretê hemû li ser rûha we ye bi hisab e
Babê
bi nav Azir e
Çû nik nemrûdê kafir e
Go: kujtina vî weledî fer e
Îro jiber hukmê îmana we çûye der e
Hûn
bişînin birayîm bîn in
Keşîşa û Mela ber deyn in
Bo xatira Azir û senema vegêrîn in
Ewan
şand birayîm anî
Go: tu tefalekî ciwanî
hukmê Nemrûdî ji erd heta bi ezmanî
Birayîm dibêje:
Ya Mîro heger tu rast siltênî
Baranekê ji sayê bo min bînî
Û rojê ji nîvro vegerînî
Û miryekî ji qebristanê hilînî
Ji ewê paşez dê ême ser wî dînî
Nemrûd dibêje:
Birayîmo ez di qarim û nakim
Baranekê ji sayê da kim
Û miryekî ji qebristanî ra kim
Û erd û ezmana firakim
Belê kesî nekirye û ez jî na kim
Bi
wîkim êkî bi mûd e
Berî wî xaliqî bikim sicûd e
Ê distînê rûha Azir û Nemrûd e
Ya
Nemrûd ez hatîme li gel te evî weledî bikujî
Pavêjiye nava agirî bikî rejî
Hêşta dilê min pê na sojî
wey
li xafilên énkêr e
ewan mehdera Birayîm Xelîl bi xirabî digêr a
Hezar bar dar cema kirin ji bir a
Hezar bar da cema kirin
Pênsed sendoqên neftê lêkirin
Ji ew paşmencelîq bo Sara û Birayîm ker kirin
Wey
li xafilên bê dîn in
Wê di înin û di gêrîn in
Mencelîqê bo Sara û Birayîm dişidîn in
Mencelîq kirbû kar e
Biryîm Xelîl ji destê rûha xwe mayî bê zar e
Wey
li kafirêt énkar e
Birayîm Xelîl datînin li nav e
Birayîm Xelîl ji destê rûha xwe mabû yî tengav e
Ya
rebî ez evdekî teme,
yî bê suc, yî bê guneh, yî bê binas
tu min ji agirê Nemrûd ê kafir bikî xilas
Dê li qurbaniya te kim çiqas, tiştê li ber dilê min yî xas
Cibrayîlo qazidê melekê me´bûd e
Yî bê tehiyat e yî bi sicûd e
Gotê: Cibrayî agir li Nemrûd e
Cibrayîlo qazidê melekê érşe
Dora Birayîm Xelîl kire mêrig û çîmen,
sosin û beybûnêt geşe
Kafira wa dîtibû bi çav e
Agir buhijî bûye av e
Cibrayîl û Sara û Birayîm Xelîl li nav e
Kafira dinêra
Dît Emîn Cibrayîl û Sara û Birayîm divêkra
Li birik û kaniyêt cinetê digêra
Ew
bû birik û kaniyên cinet ê
Xwedê teála fereca nebî simayîl li wê didet ê
Da dotmam lê biket hêcet ê
Rojekê Birayîm Xelîl ji mal çû
Sara li gel Hacer bi gal çû
Hacer ser hilîna û ji mal çû
Wey
li dotmamê ez bim hêra
Girte ber xwe deşteke dûzî qêra
Go: Xwedê yî agehe ji şeran û xêra
Beriya me ji beriya rast e
Xwedê teála nesîbê me ji vê malê veguhast e
Xwedê doste li gel dilê rast e
Li
ber qudreta pedşê min yî akber bû
Li wê çolê li wê Kerbela yê nebî Simayîl dahir bû
Kaniya sipî li ber pêya der bû
Ew
kaniya nava deştê
hinciyê nuqtek vedxiwar, sed kerem di gehişt ê
................................
Serê
bazirganî têt ji wê re
Yî mezine kasî ji kê re
Li Xwedê pêvetir cî halî vê re
Bazirgan hatin û di buhorî
..................
...............
Yî rehete û yî tênî
Yî kesirî û yî mirî
Û li derê kaniyê yî sekinî
Gelî bazirgana heger hûn
xatira min dibîn in
Bişînin hindî û maletê xwe bîn in
Li derê kaniyê deyn in
Bazirganî xatira nebî Simayîl
we dizanî
şandina hindî maletê xwe anî
Li derê kaniyê danî
Bi rojê sê cara di çûne mala nebî Simayîl bi mêfanî
Birayîm Xelîl mabû yî dilvekir
Hero siba radibû yî şikir
Ev ewladên me navê wî li dinyayê bî dikir
Nebî Simayîl yî dêm riçû ye
Hero sibê radibû ye
dikrî wî bi şamê ve çû ye
Nebî Simayîl we dibête
Dayê min qewî ji te şerme û fête
Her îro naqî babê min wê tête
Lawo ev bû babê te bi serê me
anî
Em derkeftin ji wî şaristanî
Kî dizane babê te yî saxe an yî bi erkanî
Ev bû
babê te li ber me kirî
Em ji wî bajêrî derkirîn
Kî dizane babê te yî saxe an yî mirî
Nebî simayîl wa dirênte
Ê di qedimit derwêşek ji wêve
Ê reşdiket weke şêve
Birayîm Xelîl di qedimî dikir
silav e
Nebî Simayîl ji keremê élêk veda ve
Ya Birayîm Xelîl tu ser serê min hatî û herdu çav e
Ya bikem hindav e
hey tevalo yî zir bav e
Çawa dizanî min çî nav e
Hey babo tu xasî
Tu bi xaliqê xwe kî û libasî
esil zara û kur bab nedîtî neket nase
Emîn cibrayîl nazil bû ji banî
Birayîm Xelîl dest li stûyî weranî
..............................
Ya Birayîm Xelîl emîn Cibrayîl
rûha Nebî Simayîl ji te dixwazî
.................................
.................................
Birayîm Xelîl wê di gurmijî
Mîna hêtûneke gerim dilê wî disojî
Kê dîtîye bab weledî bi destê xwe bikujî
Em dikêmîn Xudê yî temame
Top
|