|
Vegere
Qewlê
Derwêş Adem
Çî sibeyeke bi neder e
Nav xasê Şêxadî bûye xeber e
Derwêş Adem diçe sefer e
Çî sibeyeka bi nîşan e
Nav xasê Şêxadî bûye xeberdan e
Derwêş Adem diçe xoristan e
Hey derwêşê mino yî bi
delîl e
Yî bê qale, yî bê qîle
Wê runiştiye rêya xêran û sebîl e
Mîrê xoristanê wê we dibê
ye
Derwêşek wê li wê ye
Ka birênin ewî derwêşî çî divê ye
Qasid wê diçiye
wê ji derwêşî pirsiye
Derwêş mesileheta te li van ciya çiye
Ey Derwêş wê we debê ye
Firmanek hatî ji ba Xwedê ye
Derwêş Dota mîrê te divêye
Qasid vedigeriye
Mîrê xoristanê jê dipirsiye
Tu hatî Derwêş mabû li ciye
Qsid we didet xeber e
Mîro Derwêşekî ho yî xweser e
Ez nikarim cewabê wî bikim dahir e
Mîr divê cewabê mabû dilmay
Hûn birênine minê vî geday
Li wê hebû xelkek bi
merîfet û nasîn e
Mîro bihinêre pê wî derwêşî û bîn e
Ka yî sewdaye yan dîn e
Mîr dihinart Derwêş dihat
e
Mîrê xoristanê digehiştê birê axafte
Derwêşte qelenê kiça min çêkir xebat e
Ey Derwêş wê we dibê ye
Mîro heke zêr divên dê bote înim ji dinê ye
Heke te dur divên dê bote înim ji behirê ye
Derwêş dura ji min re bîn
e
Te li me bê bawerî û yeqîn e
Heke sibê dê serê te birim,
ser kela xoristanê dayine
Ew Derwêşê minî xas e
Bi şa yar û bira vexwarî kas e
Qesd kir çû dîwana xidiruliyas e
Xidiro ya Xidirî
Li DerwêşAdem fikirî
Derwêşbira tu li vî derghî li mehderê
Xidiro bira dura ji min re
bînin
Ji behrê ezimînin
Heke ezetê Şêxadî serê min serkela,
xoristanê dadinîn in
Ey Xidir wê we dibê ye
tirsa bû ji xofa Xwedê ye
Çengilê Derwêşî girt tesmîl kire behrê ye
Derwêşwê digerê wê dikete
gazî
Çîqas muxiliqê behrê serhilîna hevrazî
Derwêş tu Xwedê xwe biheq dinasî
Ka birêne tu çî ji me dixwazî
Gelî muxliqa dura ji mera
bînin
Ji behirê ezmînin
Heke bi izetê Şêxadî
hûn dê roja axiretê cizay ji destê min bînin
Çiqas muxliqê li wê ye
Hemû ya qesd kirin çûne behrê ye
Her kesek hat durek divê ye
Ewan muxliqa dur dianîn
Ji pêş nedirê xasa ve danîn
Derwêş Adem sê dur ji wan dura hilanîn
Hey Derwêşê mino sergerdan
e
Qesid kirin çone behira bay dibiniyan e
Durêt wê behirê jî înan e
Hey Derwêşê mino îna dure
Ji wan dura hilgirt bûn sê dure
Dane destê mîrê xoristanê bi sure
Mîr mabû li vê ecêb ê
Ji mêj heye li defter û kitêbê
Şuxlek wa li gel Derwêşa heye,
ser nagirit bi lêbê
Mîr Xwedan qiriyar e
Kiça xwe li derwêş Adem kire mar e
derwêş pal keça xwe ve dihinar e
Derwêş firî wekî teyar e
Kulik û pencerê qesrê di qesrê re hate xwar e
Ne heştibû nav keziya û guhar e
Hindek xerqê xwe bi kiçê re sipar e
Dabuye keçê xerqe ye
Silav bike li babê ye
Qenciya we kirî layiqî we û esilê we ye
Heke pisekî me dahir be xwe negre û bêye
Qenciya we kirî ye li rê ye
Heke weledekî me dahir bû xwe negre û bê ye
Li wê hebû xelkekî
merîfetî jîr e
Rêya xwe girtin çûne ba mîr e
Mîro ka Derwêşê me ho yî nedîr e
Mîrê xoristanê mal veciye
Wê ji keça xwe dipirsiye
Keça min ka ew Derwêşê ho yî weliye
Babo wekî te Derwêş ba min
ve dihinar e
Derwêş firî wekî teyar e
Di kulek û pencerêt qesrê re hate xwar e
Nehêşt bû nav keziyan û guhare
Hindek xerqê xwe bi mera sipar e
Dabuye min xerqe ye
Silav bike li babê ye
Qenciya we kirî layiqî we û esilê we ye
Heke pisekî me dahir be xwe negre û bêye
Neh meh temam bûn bihorî
nu bû heft sal e
Mîrê xoristanê sidiq û êqîn xilmet kirî û
Bû nuqita mîr Birahîm Ademe
Ji wê nuqitê ku birî
mîriya Birhîm ye li cê ye
Ew paşayê misirê ye
Ewî nedizanî babê wî
Derwêş bû xerqê Şêxadî lê ye
Top
|