|
Vegere
Qewlê şeqserî
Ji
qewlê şeq serî
Nesîhetêt vî bab zerî
Gava mêvan hat û hidrî
Cayîze ji pêşve bi şikrî
Wekazî ji destî bigrî
Nekû biçavekî bi kenî û bi êkê bigrî
Wikî heft mirî jimalê mirî
Gava mêvan hat ji der ve
Cayîze rabî ji ber ve
Nekû êkî nexwendî bê biser ve
Nekû li xwe firakî zik
Û bêye xwarinê bi rik
Xelkê dora jî çav li nik
Nekû
li xwe bikî bixêrî
Çoka li erdî rahêlî
Cayîze li dor xwe û hevala binêrî
Nekû
li erdî biqûtî ejnû ya
Û parî bideye nav pidû ya
Cayîze pavê ye pişt sito û rû ya
Çî
ecêbeka dijwar e
Mirovê xwarinê dixot yî pirgal e
Xelkê dora jê yî şermezar e
Fere
li ser mêrê meclis ê
Rojê sê cara li dîwana xwe bipirs ê
Gelo kê xwarîye û kî maye birsî
Mêro
xudanê enyat ê
Cayîze rojê sê cara pirs bikî ji civat ê
Gelo kê xwarîye û kî maye û kî nehat ê
Ez
nebîn im mêrê beranî
Wek eolaqa garanê
hermeta bi tinê biçte karwanî
Ez
nebîn im mêrê bi tinê
Û maka biket zin ê
Û mêrê bin hûkmê jin ê
Ez
nebîn im kalê bi kezî
Û keçka ban bi ban
Û hermeta dang û daman rizî
Ez
nebîn im kalê biket enoş
Û sola bi bişkoj
û hermeta binvê bi roj
Ez
nebîn im warê ber bi zinar
Û sala dû behar
Û kalê biguhar û pîre jina bi yar
Ez
nebîn im ava bi dar pirik
Û hermeta bi çînçirik
Û malxweyê malê kepû girik
Ez
nebîn im dewê tirşê lîna
Û tayê kevne kona
Û hermeta bela..bela biçe şîna
Ez
nebîn im kalê panî pind
Û derwêşê rind
Û mêvanê mal li gûnd
Dilê
min bi sê kesa nasojî
Mirovê bi hal bit û bê eyîşbijî
Mirovê korebê û destê xwe bi xenayê birêjî
Mirovê pîremêrbê li ber kuçkê xwe derheqê alemê bêjî
Hey
hêstir ji eslê kerê
Darekî binê û êkî serê
Her dê zivirîye ser eslê berê
Hêstir di kerbabin
Li meydanê ranabin
Qelsebab qet çênabin
Heke
qelsebab bûn çê ye
Rojeke û dûye û sê ye
Her dê zivirne ser eslê babê ye
Xûdan esl ez bim gorî
Û bêesil wekî kerê sito bi morî
Ew bê xwendin dihajone serê jorî
Wil
li bê eslê bê nebî
Gava diber xweda dîtin kiras û kefî
Divê ewî jî kurte xulamekê xwe hebî
Wil
li bê eslê bê sinyat e
Gava derfetê wî dihat e
Xiyale goştê laşê xwe dixwat e
Heke
bê esil siwar bû
Û biser sîbera xweda xwar bû
Heke xudan ûcax, li serî nedin, harbû
Xudan esil tû rûnê serê jorî
Heke tû yî bi miskî yî bi enberî
Ew bi xwe dê bang ket û dêrî
Deyn
meke deravek
Hevraz meke gavek
Nanek heye îro nede bi gavek
selefxwer yî bê sewab in
Nivêjê wan dê dibê duwa bin
Mer beçêt wan dê ne direwa bin
Wey
li selef xwerêt bê dîn
Di zikî de heye kerb û kîn
Taliya wan, yan ye har, yan ye dîn
Min
gelek li vê dinya yê dîtin tê risik
Li pê malê xwe bûne disik
Ji xirabiya û vênîya, lê weryan rih, birho û bisik
Min gelek li vê dinyayê dîtin keda yî
Xwedê malek dayê bi paşa yî
Talîyê ewjî xirab bûn ji ewlîya yî
Heke
dû mêra kire hîkayet e
Û ber bûne êk bi şikayet e
Dê ji destê wan tenabe welat û ber welat e
Heke
havîne û heke zivistan e
Mêrê biçe dîwan e
Cayîze li pê biçin sifir û nan e
Heke
tû kesekî bi bînî
Xêrekê vêre bigehînî
Nebêjê tû ji kî dînî
Heke
te xêrek da bî
Û bi avakê re berda bî
Li nik Xwedê her hinda na bî
Çêkin birano çê kin
Pêşbara dipêşîya Xwede virê kin
Bo xwe ciyekî li wê dinê çê kin
Bila
hûn yit weyî bin
Bi xof û namet û bi bîh bin
Hûn tebay xelkê gehî bin
Da
hûn tebay xasabin, Nehûn tebay xamiya bin
Da her û her li xweşiyan bin
Ji
şêfe xir bigrin şîret a
Edeb û êqîn û keramet a
Da li dinê bijîn bi selamet a
Ji
milka aş
Ji bacêra simtraş
Ne çe dîwana mêrê bero paş
Kîj
ne war e
Bela lîsik ne behar e
Qêrat ne dar e
Ez
nebîn im olaqa loq loqo
Û hermeta tîq tîqo
Û mêvanê bêje mêvanî mayo
Xwedê xirabket malêt bê bexta û éwana û beygo
Hûn hemû bêjin amîn hero û hero
Em
dikêmîn Xwedê yî temam e
Top
|