|
Vegere
RÊBAZA HUNDIRÎN YA
KOMELA KANIYA SIPÎ YA REWŞENBÎRÎ Û CIVAKÎ

DI DERBARÊ KOMELÊ
DE:
Di sala 1993
an de çend rewşenbîrên Êzdiyan bi alîkariya hindek dilsoz û xêrxwazên
vê Olê komîtek bi navê ( komîta Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî )
damezrandin, wê çaxê jî xebata van kesan li gorî karîn û derfetên
berdest bûn; karên wana jî, di çarçewa xebatên Rewşenbîrî“ cîvakî“ û
werzeşî de bûn.
Û ji ber
tunebûna derfetên berfereh û azad, û zordarî û kotekiya netewî û
civakî ku li gelê Kurd dihat û têt kirin bi gelemperî, û zordarî û
kotekiya netewî, civakî û olî ku li Kurdên Êzdî dihata kirin bi
tayîbet, û serdestî û desthiladariya rêcîma Baisa şofînî li ser
seranserê hêlên jiyana miletên Sûriya yê, her weha koçberiya hindek
endamên vê komîteyê ber bi Ewrupayê ve bi tayîbet Elmanya, êdî evan
fakteran li hember eşkerebûn û bihêzbûna xebatên komîteyê û bi
cîhatina armancên van rewşenbîran bûne asteng. Daku gihişte wê radeyê
ku xebatên komîteyê hêdî hêdî bi demê re hatine rawestandin.
Û piştî
demeka dirêj li Elmaniyayê endamên vê komîteyê wisa hest kirin ku
erkekî dîrokî dikeve ser milên wana; êdî piştî gelek hewldan,
danûstandin û ferehcivînan dikarîbûn careke dinê û di bin wê sîwana
merovanetî û Êzdiyatiyê de, dest bi xebata xwe bikin, û sûdê ji wan
derfetên azad û demukrat yên ku li vî welatî hene wergirin; û hêjayê
gotinê ye ku karê ku evan kesan di vê dema kurt de li vî welatî kirîn,
ewan bawer ne dikirin ku di xewnên şevan de jî karekî wisa li welatê
xwe karibin bi cî bînin.
Encama vê
yekê jî di civînên eşkere de, xwedaneheva Êzdiyan li dora wan,
danûstandinên eşkere û bê sînor di navbera komelên û saziyên Êzdiyan
li Penaberiyê de hate xuyakirin.
Her weha
civîna ku li 02.01.2004 an de ku li bajarê Bielefeld a Elmanî hate li
darxistin yek ji hêjaancamên azadî û demukratiya vî welatî bû.
Di wê civînê de û piştî
danûstandineke hûr û kûr hindek biryar hatin standin:
1- Nivîsandina program û
rêdaneke hundir ji bo Komelê.
2- Guhertina navê komîteyê ku
„ Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û
civakî „ kete şûnê.
3- Daku em
karibin dengê xwe bigihînin hemî Êzdiyan û hemî hêzên
xêrxwaz
û aştîxwaz li cîhanê pêdivî bi damezirandina alavekî
ragihandinê heye.
NAV Û
BAREGEH:
Komela Kaniya
Sipî ya rewşenbî û civakî.
Baregeh (
navnîşana ) Komelê li bajarê Biekefeld Herêma Nordrhein westfalen e.
NASNAMEYA
KOMELÊ:
Komeleka
rewşenbîrî, civak û serbixwe ye, her Êzîdiyek ji kur be bila bibe
dikare ciyê xwe têde bigre; eger ew para mezin ji program û rêdana
wêna bipejirîne; komel ji bo bi cîanîna armanc û xwestekên xwe di
xizmeta civaka Êzdî bi tayîbet û merovanetiyê bi kelmperî li ser
bingeheka demukrat, birayetî û rawergirtiyane karê xwe dike.
SIMBOLA
KOMELÊ:
Afrandina
Gerdûnê li cem Êzdiyan bi şêweyekî hunerî û sivik, ku bi pirtika
Nîgarkêşekî Êzdî hatiya neqişandin.

ARMANCÊN KOMELÊ:
1. Kar ji bo anînecemhev,
parastin û xizmeta Êzdîyatiyê; berevanî di ber
wana de di hemî waran de li
gorî karînên komelê; kar û hewildan ji bo
rê li ber girtina ewan
kiryarên nemerovan e yên ku li dijî Êzdiyan têne
kirin, mîna derxistina
Êzdiya bi darê zorê ji welatên wana, ku ji layê
desthiladarên ewan welatên
ku Êzdî têde dijîn ve tête bikaranîn.
2. Kar ji bo ku Êzdî di ewan
welatên ku têde dijîn de, û mîna hemî
Ayînên din bi azadî û bi
zimanê ku ewna dixwazin seqa, girdiş, diwa û
dirûzên xwe bikarbînin; her
weha mafdan û serbestkirina vekirina
dibistanên Olî ji bo
xwendina ayînê Êzdî li ser bingehin birayetî û
lêborînî; û ji kîsî ewan
welatên ku Êzdî têde dijîn de, her weha
serbestkirina li darxistina
şahî û cejnên ayînî, û rojên cejnan
bibin rojên veysandina
fermî ji bo şagirt, xebatkarên sivîl û leşkerî,
yên bawermendên vê ayînê,
di hundirê welat de.
3. Kar ji bo yekgirtina peyva
Êzdiyan, di riya bihêzkirin û nûjenkirina
têkiliyan di navbera
Êzdiyan xwe bi xwe de ji layekî ve, û ji layekî
dîtir ve di navbera Êzdî û
rêxistin, û aliyên olî û merovanetî di cîhanê
de di riya danûstandin û
rawergirtinê de, ji layekî dîtir ve; Kar ji bo ku
Ola Êzdî ciyê xwe di rêza
ayînên cîhanî de bigre.
4. Kar ji bo danehev,
nivîsandin û nûjenkirina çand û keleporê vê Olê, ji
bo parastina hîmên Olî, her
weha afrandina lêkolînan di derbarê hemî
hêlên Olî û jiyana xelkê vê
Olê de, civakî, rewşenbîrî û dîrokî û
wergerandina van berheman
bo gelek zimanan, û belevkirina van
berheman bi rengê pirtûk
eger derfet hebin.
5. Nivîsandina lêkolîneke
Ciyografî û dîrokî li ser Êzdiyan bi giştî û li ser
Êzdiyên başûrê rojavayê
kurdistanê bi tayîbetî ku bibe jêder û
çavkaniyek, û damezirandina
şaxan ji komelê re li ciyên ku Êzdî
lê dijîn de.
6. bi hêzkirina rola jinê daku
bikaribe ciyê xwe yê suriştyan e mîna Mêr
di civatê
de bigre, di riya pişkdariya wêna di hemî bizavên cor bi cor
de mil bi
mil li gel mêr. Her weha li xwedîderketina li biçûkan û
perwerdekirina
wana bi şêweyekî tenduristyane, li gor derfetên
berdest.
Vekirina hemî derfetên zanînwergirtinê li pêşiya gêncan, ji bo
sînorkirina
derketina ji rêza civatê.
7. Alîkariya
xwendevan û şagirtên Êzdiyan yên ku ji ber sedemên
aborî
nikarin xwendina xwe bi dawî bînin, her weha alîkariya
malbatên
Êzdiyan yên belengaz û li gor karînên komelê di dema
nuha de .
8. Birêkûpêkirina komîteyekê
ku bişêt bi Parêzerekî Elman re
peywendiyê çêkê (an jî
bêtir) ku ji Êzdîyatiyê bi tayîbetî û jî pirsên
mafxwestin û mafwergirtina
mafê penaberiyê bi kelemperî agahdar
be; daku li nik dadgehên
Elman dubarepirskirin û lênerîna pirsên
ewan kesên Êzdî yên ku
hîna mafê mana li vî welatî bi dest
nexistine bikê.
KOMÎTEYÊN KOMELÊ:
1. KOMÎTEYA KARGÊR.
2. KOMITEYA RAGIHANDINÊ.
3. KONGREYA GIŞTÎ.
1. KOMÎTEYA KARGÊR:
Ew komîteya bi revebir û bi
cîanîna biryar û armancên Kongreyê ye di
komelê de, endamên wêna di
Kongreya salane de bi piraniya dengan
têne hilbijartin, endamên wêna
gerek ne kêmî çaran (4) bin û nê bêtir ji
heftan ( 7 ) bin.
Yê ku xwe ji bo endametiya evê
komîteyê hilbijêrê gerek ji kêmanî sê
meh di ser endametiya wîna re
derbas bûbin.
Nuha bi vê rengê jêrîne:
a. Serok.
b. Cîgirê serok.
c. Berpirsiyarê Aborî.
ç. Nivîskar berpirsiyarê
ragihandinê.
ERKÊN KOMÎTEYA KARGÊR:
A. Piştî kongreya giştî ev
komîte di cî de civînekê ji bo hilbijartina
berpirsiyarekî ( serokê
komelê ) û belavkirina karûbar li ser endaman
tête li dardixîne.
B. Bi beşdarbûna 51% ji andaman
û serokê komelê an jî cîgirê wîna her
meh an jî li gorî rewşê,
komîte civînekê li dardixîne.
C. Tekûzkirin û rabûna bi
karûbarên li darxistina kongir, bê guman bi
beşdariya hemî endaman eger
derfet hebe, û girêdana kongirekî
awarte eger pêdivî pê hebe.
Ç. Guhartina serok an jî
endamekî komîteyekê eger ew î endamî rêbaz û
armancên komelê binpêkiribn.
D. Erêkirina li ser xwestekaran,
di navbera du heftiyan tanî mehekê de.
2. KOMÎTEYA RAGIHANDINÊ:
Endamên wêna ne kêmî ( 3 ) kesan
û ne bêtir ji ( 5 ) kesaye ku ew jî di kongreyê de piştî bi
destxistina 51% ji dengan têne hilbijartin pêk têt, û gerek serokê evê
komîteyê yek ji endamên komîteya kargêr e be,
Erkên wêna jî evin:
1. Birêvebirina karûbarên
rewşenbîrî û rojnamegerî di komelê de.
2. Birêvebirineka giştî li ser
derçûna belavok û hemî karên çapemenî di
komelê de.
3. KONGREYA SALANE:
1. Kongreya salane ew
desthilatdara herî mezin e, ji endamên komelê yên
fermî pêk tê, Endamên
rêzgirtinê û mêvan jî dikarin beşdarî Kongreya
salane bibin, lê hilbijartin
û dengdan ne ji mafê wana ye.
Her weha dibe ku kongireyên
awarte jî bêne girêdan, lê piştî erêkirina
( 25%) ji endamên komelê, bi
şêweyekî nivîskî ku têde sedemên
pêwîstiya lidarxistina
Kongreyeke awarte bêne destnîşan kirin
2. Biryarên ku di Kongreyê de
têne standin, gerek e para mezin ji dengan
bistînin.
3. Kongreya
salane dikare van biryaran bistîne:
A. Avakirina
komîteyan ji bo bi cîanîna armancên komelê yên li jor
destnîşan
kirî, û çavdêriya kar û bizavên evan komîteyan ji layê
komîteya
kargêr ve tête kirin.
B. Hilbijartina
komîteyeka kargêr a nuh.
C. Erêkirina
aboriya ( hatin û çûna aborî ) a komelê ji bo sala nuh piştî
wergirtina
kargêriya komelê.
Ç.
Tekûzkirina rêbaza hundir a komelê.
D. Hilanîna
an jî mayîna komîteya kargêr û hemî komîteyên din, an jî
guhartina
hindek endamên wana, piştî xwendina raportan û erêkirina
wana, û
pêşkêşkirina raportekê li ser aboriya komelê.
4.
ÇAVKANIYÊN MEWDANÎ YÊN KOMELÊ:
1. Aboneyên
endaman yên heyvane ( 5 ) Euro bi awarteyî endamên ku li
li
rojhilatanavîn dimînin.
2. Alîkariyên
serbest, û ne sînorkirî.
3. Qezencên
ji bizav û berhemên komelê.
4. Alîkariya
eşkere û zelal, ku ji aliyê kesayetî, dezgeh û saziyên dost
heval tête pêşkêş kirin,
MERCÊN ENDAMETIYÊ:
Piştî peydabûn û bi cî anîna van
merc û xalên jêrîn, her kesayet, komel, sazî û grûp dikarin mafên
endametiya me wergirin:
1. Xudan/ê/a xwestekarê gerek
Êzdî be.
2. Pêdivîya ku dozkerê
xwestekarê 18 sal tije kiribin.
3. Gerek e ew merovekî nav û
deng û sinc pak be.
4. Gerek e baweriya xwe bi
armancên komelê bîne, û para bêtir ji Rêbaza
hundir bi pejirîne.
5. Dayîna aboneyên mehane û
salane.
6. Her weha Endametiyeka awarte
( rêzgirtinê ) Komel pêşkêşî
Kesayetiyên ne Êzdî yên ku
xebat û bizav di ber civata Êzdiyatyiê de
kirine dike, û ew ji mercê ( 5 ) an
azad in.
ERKÊN ENDAM:
1. Bawerî bi armancên Komelê û
pejirandina para bêtir ji Rêbaza hundir û
jidilhewildanên pêkanîna
wana li gor derfetan.
2. Ew kar û kiryarên ku li dij
armancên Komelê ne neke.
3. Rêzgirtina biryarên Komelê, û
piştgirî û berevanî di ber de li
her ciyekî.
MAFÊN ENDAM:
1. Di bawerî û nerînên xwe yên
siyasî de azad e.
2. Beşdarbûna di civat û
danûstandinên di derbara rewş û xebata Komelê
de.
3. Parastin û
berevaniya di ber Endaman de yek ji erkên Komelê ye, eger
hat û ew ji
aliyê ciyekî din ve tûjî hindek kiryarên nemerovane bû.
4. Her endamek
maf heye bi şêweyekî azad nerînên xwe di derbarey
xebatên
Komelê û danûstandinên ku di wê rewşê de çêdibin bîne
ziman.
5. Hilbijartin û
dengdan mafê her Endamekî fermî ye.
MERCÊN KU ENDAM JI ENDAMETIYÊ
TÊ AVÊTIN:
Her Endamek mafê xwe yê
Endametiyê ji dest dixîne, eger wîna ev
mercên jêrîn derbas û binpêkirin:
1. Pêşkêşkirina destkêşaneka
nivîskî ji kar. Dê komîteya kaegêr di
navbera mehekê de biryarê li
gorî rêzika 51% ji dengdanê bistîne.
2. Mirin, eger Endamekî Komelê
koça xwe a dawî kir, mafê Endametiyê
li ser tê hilanîn.
3. Eger Endamek du caran hate
hayîkirin û yek ji mercên programê an jî ji
yên rêdana hudir binpêkir,
dê biryara kişandina mefê Endametiyê li
gor rêzika 51% ji
dengwergirtinê bê sitandin.
4. Eger karekî li dijî Rêdanên
wî Welatê ku ew têde dijî kir, û bête
gunehbarkirin, dê biryar
piştî rawergirtina Pisporaên yasayî bête
standin.
5. Eger yek bi nexweşîneke kûjer
bikeve ku nikaribe bi erkên xwe bi wî
rengê pêdivî rabe ( ji layê
mejî ve ).
NEMANA KOMELÊ:
1. Biryara rawesatana ( nemane )
Komelê ji aliyê 75% ji Endamên
Komelê ve yên ku dengdan ji
mafê waye tête sitandin.
2. piştî nemana Komelê hemî mal
û mewdanê Komelê wekî Emanetekî li
cem Belediya Bielefeld an jî
ew bajarê ku Baregehê Komelê lêye tê
hilanîn.
Têbînî: Mebest ji peyva endam di
seranserê vê nivîsê de her du zayend in.
Û serkeftin tenê ji kenarê
Yezdanê pakî dilovan têt.
Rêbazê di formata PDF de veke 
Jor
|