|
CANGORIYÊN ÊZDIYAN LI SER MEZELÊN MIRIYÊN ÊZDIYÊN KU DI GORISTANA BAJARÊ OLDENBURGÊ DE VESARTINE HATINE BIBÎRANÎN.
Kemal Tolan
Weke ku ji aliyê raya gistive jî hate xwanê kirin, rêvebirên MALA ÊZDIYAN ya li Oldênbûrg ê di banga xwe ya ji bona bibîranîna cangoriyên Êzdiyan de weha gazî dikirin:”Em bangî hemû endam, xêrxwez û dostê malê dikin ku ew di roja 25.06.06 de bên besdarî saynetyên wê bîranînê bibin.”
Lê, mixabin pir kesên Alman, Kurd û Êzdî pistgirî nedane vê banga wan û rêvebirên MALA ÊZDIYAN ya li Oldênbûrg ê dîsa bi alîkariya
hinek malbat û endamên xwe tenê hemû Cangiriyên Êzdiyan li ser gorên miriyên Êzdiyan yên ku di cebanê goristana bajarê Oldenburgê de vesartine hatine bibîranîn.
MALA ÊZDIYAN ya li Oldênbûrg ê bi bernama xwe ye gelekî dewlemend “Çûyîn li ser Mezelan, Salona Malê da gotin û xwendina têkstên olî , Ji alyê malbeta da dayîna xwarin û vexwarina xêrê ……….“ pîroz kirin.
Ez jî dibêjim, Xwedê xizmeta van rêvebirên me qebul bike û bila rahma Xwedê li hemû keç, law, dê, bav û kalên me Êzdiyan, yên ku di bin destên zilm û zora padîsah, sultan, pasa, mîr, beg, walî, axa, jendirme, nijadperest, pasverû, hemû kevneperestên Kurdistanê û berpirsyarên baylozxanên dewletên metîngehkar de hatine kustin be.
Her weha serê xwe timî li ber wan û hemû xêrxwazên Êzdiyatiyê yên ku hêjî çanda Kurdên resen diparêzin ditewînim.
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |