|
Vegere
Rojiyêt Remezanê li
Libnanê û li Êsifnê

Xidir Domilî
Xidir Domilî/Duhok
Wergerandina zimanê kurdî: Dilgeş Îsa
„Dema ku netewek
zordariyê li neteweke din bike, ew netew wê demê bindest dibe“ Karl
Marx
Dibe ku xwendevan ji sernivîsa gotarê
bibehite, lê berî ku ez dest bi nivîsandina gotarê bikim, ez gelekî
li ser hilbijartina mijara gotarê ponijîm.
Ez di destpêka
rojiyêt Remezanê li Libnanê bûm û min behwer dikir ku ez dê
hevbeşiyekê di navbera şêwe û rê û rismêt rojîgirtinê li Libnanê û li
ba me li Duhokê bibînim; ji ber vê hindê jî ez ketim mitala ji ber min
haziriya xwe nekiribû û xwarin û pêdiviyên din ji xwe re nekirîbûn. Lê
ne weke gomana min derket, ji ber ez ne li Şêxan bûm. Gelek tişt li
caada bi rengên ciwan hatibûn nivîsandin ku aramî û dilpakiya jiyana
nişteciyên wî bajarî destnîşan dikirn. Weke mînak li tara ku ez tê de
dirûniştim, nişteciyên wê Fileh (Xiristiyan) û Misilman bûn, wana li
ser perçek qûmaş di caadê de nivîsanidibûn:
„ Werin em bikin ku meha Remezanê bibe
meha hijêkirinê, dilpakiyê û hevjiyana aramî di navebera hemî Olan de“
Û tiştê herî balkêş û giring ew bû ku
hatina rojiyêt Remezanê tiştek di jiyana xelkêt bajêr ya rojana de ne
guhertibû, hertişt weke berê mabû, Xwendegeh û Zanîngeh wekî berê
vekirîbûn, û herweha xwaringeha Zanîngehê vekirîbû, û xwendevan diçûn
û dihatin, dixwarin û vedixwarin û merovê bi rojî û yê ne bi rojî bi
dilxwşî û aramî li kêleka hev rûniştîbûn û li gel êk dikenîn û sohbet
û laqirdî dikirn. Bê gûman li ba me tiştekî wisa nîn e, dema ku merov
li ba me di dema rojiyêt Remezanê de derbasî xwaringeha Zanîngehê
dibe, bi dehan xelkêt Misilman li ber deriyê Xwaringehê nerazîbûna xwe
diyar dikin û dibe ku bêjne merovî: „erê de hinekî rêzê ji me re
bigirin“ yan jî dê bêjin: „ Erê ma qey tu ne bi rojî yî?“. Gelek cara
ev tişt bi serê min hatina, bêy ku ev merov zanibin ka ez misilman im
yan na? Ez behwer dikim mebesta bi rêzkirina van gotinan di destpêkê
de ji boy xwendevanê hêja diyar e.
Erê rast e, rêzgirtina hest û rê û
rismêt olî yên olên dî, yek ji mijarêt bingehîn ne li ba Êzdiyan, lê
ev tişt nayêt wê watê ku ew biriyar û zagonêt teng û taybet ku têne
birîn, gerek e ji boy herkesekî bin. Û tiştekî dûrî aqil e ku biriyar
û zagonêt meha Remezanê ya pîroz li ser navenda Êzdiyan (Êsifn/Qeza
Şêxan) bêne ferz kirin, û ev tişt ne bi tenê bi zagonêt dewletê ve
girêday ye, belê jê kûrtir e û dijwartir e. Û wekî din jî qebûlkirina
vekirna çayxanekê yan xwaringehekê nayêt wata rêzgirtina mafêt xelkêt
dîtir. Û li aliyê din jî dema merov gavê xwe li gora zagonan ditavêje
wisa tête fihmkirin ku ev tişta ji hêz û desthilatdariyeke serdest
têt. Dibe ku rengê pêşkêşkirina vê mijarê ne bi dilê gelekan bêt, lê
merov gerek e bi durusttî û ji dil li ser vê mijarê raweste. Ji ber
eger ne wisa bêt, em dê ji kîjan alî ve û bi çi rengî karibin nasnama
dîrokî ya vî bajêrê Êzîdî ku piraniya nişteciyêt wî Êzîdî ne ji ber
windabûna biparêzin?
Tiştê min di destpêka gotara xwe de
got, ew rastiya jiyanê bû ya ku min li Beyrûtê bi çavê xwe dît; li vî
bajarî Fileh (Xirsitiyan) û Misilman û gelek ol û netewêt dî bi biratî
û aramî li gel êk dijîn, gerek e Êsifn, ev bajarêt ku gelek merovêt ji
ol û netewêt cûr be cûr lê dijîn nimûeke baştir ji Beyrûtê diyar
bikre. Wek tê zanîn komara Îraqê û piştî hilweşandina rijîma Sedamî
sîstemeke din dişopîne û li tevahiya Îraqê hewl dide ku fikir û
baweriyêt wekheviyê, biratiyê û rêzgirtina xelkêt dîtir di nav hemî
gelêt Îraqê de belav bike, û di vir de jî gerek e Birêvebiriya bajarê
Êsifnê ev bajar hilkişandina nimûneke serkeftî ji boy tevahiya Îraqê;
lê belê mixabin ev nirx û bîr û baweriyêt mirovane ku me bi rêz kirin,
weke ku nişteciyêt Êsifnê ji bo me gotin li Êsifnê peyda nabin.
Erê aya ev rûdan ne wekî hişkîtî û
tengfikriya erbeî û islamî ye, yan wekî wê tevlîheviya di media
navnetewî de ku dijberî avakirina avahiyan ji boy niştecîkirina
Cihûyan li Qudsa şerîf yan li Beyt Lehm, yan bakûrî Xeza yan başûrî
Aldifa radibin???
Em dibînin ku rewşa bajarê Êsifnê dê
dijwartir bibe, heye ku ji rewşa Filistîn bivektir bibe; danîna
bingeha wekheviyê û tolerans gerek e ji van tiştan dest pê bike û
çênabit rengê danûstandinê li Êsifinê yan li bajarê dî li Kurdistanê
yan li Îraqê bibe wekî rengê danûstandina di navbera ereb û Cihûyan li
Filistîn û Israyîlê. Û nimûna hevjiyanê di navbera gel û olêt cûr be
cûr de li Libnanê wekî ku me bi çavê xwe dît, me bi rêzkir; me herweha
rastiya jiyanê li Êsifnê wek ku nişteciyêt vê deverê ji bo me bi rêz
kirin û gotin, anî ziman; ewan ji me re got, ku hewldan têna dayîn ji
boy belavkirina sîstemeke din ji boy hevjiyanê di bajêr de, sîstemek
ku bi darê zorê li ser nişteciyan tête ferzkirin.
Bi hatina rojiyêt meha Remezana pîroz
gelek merovan hêvî dikirin ku ew bizavêt taybet yê ku ji boy vê heyvê
hatina dayîn, sisttir bin yan jî ji binî bêna hilatin, lê mixabin
tiştê me dît dijberî vê yekê bû, di vê mehê de tikesî rêz ji hestê
Êzdiyan re ne girt. Di dîtina min de gerek e her nişteciyek li Êsifnê
ev berpirsiyarî daba ser milê xwe û bajarê xwe bikirine nimûna
hevjiyana aramî û biratî di navbera ol û netewan de li tevahiya Îraqê
û ne li Kurdistanê bi tenê, û zagonêt ku bi taybet ji boy vê mehê têne
birîn dûrî aqil in û ew merovêt ku van biriyara didin, dîtin û boçûnêt
wan jî ne di ciyê xwe de ne.
Herçende ku ev gotar hinekî dereng jî
hat, lê dîsa naba ku em pişta xwe bidne van tiştêt giring ta ku genî
bibin. Û heye ku rengê pêşkêşkirina me jî şaş be, lê belê gerek e
merov sînorekî ji van bizavan re deyne, ev bizavên ku dûrî taybetmendî
û nasnama herêma ne. Û em derewan li xwe dikin, dema ku em bêjin em li
ser rêya rast diçin, rêya avakirina civateke sîvîl, ji ber rê dirêj e,
û ji her alî ve astengî li pêş merovî derdikevin; ji ber vê hindê
pêwîst e ku em îro berî sibî dest bi kar bikin ji boy ku em van
astengiyan ji rêya xwe rakin, ji rêya avakirina civateke sîvîl. Heke
em di demeka nêzîk de bi vî karî ranebin, bûhaya şaşîtiyên me yêt
îroyîn dê di pêşerojê de gelekî mezin be.
Xidir Domilî/Duhok
Wergerandina zimanê kurdî: Dilgeş Îsa
Top
|