Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Taha Xelîl bi kurdî hat.. Şûna wê

 Mesût Eko

 

Ji weşanên çapxana Hîro Dîwana yekem a helbestvan Taha Xelîl bi nave şûna wê derket.. qapê Dîwanê ya Hunermendê kurd Beşar îssa ye

Şûna wê bi alîkariya Sema kurd a çand û huner çap bûye

Tê zanîn gelek berhemên Taha Xelîl bi zimanê Erebî û Elmanî jî hene,

şûna wê helbesta nûjen a kurdî li Suriyê datîne ser rêka rast

Taha Xelîl ji mêjve helbesta kurdî datîne … lê dereng ev berhem derxist  û wek ku dibêje : ” min qerar li Amedê sitand .. divê ku ez helbesta xwe bighînim Amedê  jiber ez ber her kesî ji wan re datînim… Amed Qubleta min e ji mêj ve ..!"

 

 

 

Ji pirtûka şûna wê :

 

Çend sal

 

Gelek sal derbas nebûne...

tenê bîst sal...

Pencere ew pencere ye.. .

Zikak eynî zikak e..

hîna ew Dêlî pê ve hildikişe..

hîna dixwaze xwe bighîne te..

gelek sal derbas nebûne..

tenê tava rojê rengê pencerê guhertiye..

tenê demsalan boyağa pencerê weşandiye...

gelek sal derbas nebûne..!

tenê bîst sal..

ma bîst sal çi ne.. ?!!

 

 

Leşker

 

" bo leşkerekî Turk "

 

hooo leşkero..

Xwedê du dest … du çav  dane te..

da ku tu …

bi herdû cavan li yara xwe meyzekî..

bi herdû destan gulîyên wê ên reş bihûnî…

yan jî bi wan baqê gulan pêşş kî..

hoooo leşkero ku tu nezan bî ..

ji xwedayê xwe bipirese..

ew ê ji te re bibêje…

lê tu napirsî …

bi çavên xwe tu rêka evîndaran dibirî..

û bi herdû destên xwe tu radijî du seriyan..

û wênan dikşînî..

Leşkerooooo

ji xwedayê xwe bipirse..

yan jî ku tu bi dil bî..

ji dilê xwe bipirse….

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis