Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

wergerandin ji zimanê erebî: Dilgesh Îsa

Çavkanî: rojnama "Şerq alewset"

 

Suriya: Nasnama Sûrî ji bo 300 hezar kesên Kurd

 

Nûnerê eşîra Hevêrka, Şekîb Haco, li Parêzgeha Hisiça di roja 29.01.2006 an de ji bo Rojnama „Şerq alewset“ ya erebî eşkere kir, ku Hikûmeta Sûrî dê piştî çend heftiyan Nasnameya Sûrî li 300 hezar kesên Kurd wergerîne.

Şekîb Haco herweha ji Rojnameyê re diyarkir, ku ji bo hevdîtina bi serokê komara Surî re, Beşar Alasad bi şandeke kurdan, pêkhatî ji 40 kesayetiyê civakî, hatibûn paytexta Sûrî, Şamê, lê wek ku diyar bû, şanda kurdan bi Beşar Alasad re rûnenişt; nûnerên partiya Be’es, Mihemed Se’îd Bextiyan û Hîşam Ixtiyar û Se’îd Êliya pêşniyaziya şanda kurdan kirin. Naveroka hevpeyvînê di navbera herdû aliyan de derbarey Serjimartina awerta ya sala 1962 an bû û pirsa lêvegerandina nasnameya Sûrî li Kurdên Parêzgeha Hisiça.

Şekîb Haco got, ku nûnerê partiya Be’es „ Mihemed Se’îd Bextiyan“ ragehand wan ku fermaneke fermî sebaret wergerandina Nasnama Sûrî ji bo 300 hezar kesên Kurd dê di navbera 20 ta 30 rojî dî derkeve. Lê Şekîb Haco diyar nekir, gelo Hikumeta Sûrî dê nasnama Sûrî bi carekê re li Kurdên bênasnama vegerîne yan dê li gor bernameke zemanî be. Di adra sala 2004 an de Kurdan li herêma Hisiça û Efrînê Xwesteka vegerandina nasnama Sûrî li Kurdên bênasnama di gelek xwepêşandanan de ji bo hikumeta Sûrî re diyarkiribûn.

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis