|
"Sûriya: gavek ber bi pêş, deh ber bi paş" Parlementa Sûryayê reşpelika yasaya birêxistina Partiyên siyasî dadxe rojevê
çavkaniya wêne: champress.net
kaniya-sipi.de / 13.Sebata 2006 an
Ji bo birêxistina partiyên siyasî di Sûriya yê de, komîteya partiya Ba,is a Parlementa Sûryayê reşpelika vê yasayê nivîsand. Û li gorî vê reşpelikê wê damezrandina partiyên siyasî li Sûrî bê serbest kirin, lê dibin van şert û mercên jêrîn de.
1. bo armanca parastina sîstêma komarî, yekîtiya ceyografîya welat, netewa wê a fermî, ziman û sirûda wê a netewî, û paytexta wê; partiyên ku bêne damezrandin, gereke ne li ser bingeheke Netewî, Olî, Êlî, Çînî, û Rêgehî bin. 2. Qedaxekirina bikaranîna Olê ji bo armancên siyasî. 3. Ne ji mafê van partiya ye, ku bi çalakiyên fêrbûna leşkerî, ewlekarî û xweparastina sivîlyane rabin. 4. Qedaxekirina bikaranîna çand û zimanekî biyanî. 5. Berpirsiyarê daxwaznemya damezrandina partiyeke siyasî li sûrî gerek ji nişteciyên wî welatî be, û nasnameya sûrî pêre hebe, û ne xwedî nasnameyeke dîtir be. 6. Mewdaniya wê partiyê gereke dibin çavdêriya saziya merkezî a çavdêriya mewdanî de be. 7. Gereke nav û bingeha vê partiyê li sûrî bin, û baregehê wê li paytextê be.
çavkaniya wêne: champress.net
Her weha li gor vê yasayê û şert û mercên ku tê de hatine zelal kirin, wê mafê dayîna damezrandina partiyên siyasî yên kurdî li Sûryayê qedaxe be.
Ji layekî dîtir ve, di reşpelika yasayê de tê gotin, ku wê ji mafê van partiyan be, ku belavokekê yan bêtir, bi navê partiya xwe biweşînin.
Û wisa berdewam dike ku yê ku sînorên vê yasayê derbas bike ew dê tûjî hindek sizeyan bibe, mîna zindankirina wî kesî ji sê (3) mehan hetanî du (2) salan û sizakirineka diravî ji pêncî (50000) hezarî hetanî bi sed (100000) hezarî. Û ji bo partî û saziyên ku bi awayekî ne fermî li ser xaka sûryayê hatine damezrandin ev siza li wana tê birîn.
1. zindankirina berpirsiyarê wê rêxistinê (bi ne bêtirî du (2) salan girtîgeh, û ne bêtirî dused (200000) hezarî pere.
An jî ev herdu size wê lê bên birîn eger ku ji me re diyar bû ku ew rêxistin ji aliyekî ji dervayî sûryayê tê aborekirin. Û di vê bareyê de, em dest datînin ser hemî jêder û çavkahniyên mewdanî yê vê partiyê, ji boyî xezîneya dewletê.
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |