|
 |
Vegere
Êzdiyatî û
Globalîsim
Tariq Hemo
Cîhan
di bin rewşa globalîsmê de bilez tê guhertin, ber bi pêşketinek
(şoreşek) teknîkî ve diçe, ber bi tevheviyek şaristanî ve diçe ko
encama hemû felsefe û ayinên mirovayetiyê di bin baskên xwe de
dicivîne , civakek multîkultur saz dike û hemû ayin, ol û îdyolojiyan
bi morekê ve didemixîne, wan ji nû ve "çêdike" û di bin şert û mircên
xwe de pêşkêşî mirovan dike. Ev çêkirin (efrandin) bandorek bingehîn
li ser teybetmendiya netew û olên cîhanê (nexasim kêmkesên olî) dihêle
û wan di nav deriyek fireh de hêdî hêdî dihilîne, ko ew bi xwe jî bi
derbasbûna demê re dibin şêwiyek ji şêwiyên vê globalîsmê.
Di rewşek wisa dijwar de, gelo wê Êzdiyatî (kurtahiya kevneşopa Kurdan)
karibe meşa xwe ya şaristanî berdewam bike? Her wiha gelo Êzîdî (ew kesên
ko Êzdiyatî parastine) wê karibin pirînsîbên ola xwe û teybetmandiya wê di
jiyana xwe ya rojan de biparêzin?
Ji bo bersiva van herdû pirsan wê gelekî pêwîst be ko em tevgera koçberiya
Êzdiyatiyê deynin ber çavên xwe û wê dijberîtiya şaristanî û moralî ya ko
di navbera civaka welat nû de bikşînin bin ronahiya lêkolînê , da ko em
karibin bi encamek zanistî û zelal derkevin holê (Êzdî yên ko li welat
dijîn hîn dûrî vê reşê ne). Di vê rewşê de du tişt li pêşiya mirovê Êzîdî
dixuyin:
1. Wek tê nasîn, mirovê Êzîdî ji encama dijwariya dîroka rojhilatê û
bûyerên wê yên ko di derbarê hebûna wî de qewimîne, pisîkolojiyek teybet
li cem hatiye efrandin, ko bala lêkolîneran dikşîne ser xwe: tim dûrî
bajarvaniyê maye ko tu firsend bo wî nehatiye dayîn, da ko beşdar bibe û
raman û felsefa xwe mîna berhemekê pêşkêşî mirovayetiyê bike, (balkêş e jî
ko nebûna dewletek netewî û rewşa perçekirina Kurdan jî sedemek e) lewa ev
mirovê hanê bi hemû kevneşop û kesayet û bîrûbawerî û nerînên xwe neçar
dimîne li hemberî dijwariya globalîsmê û pêlên guhertinên wê û xwe di
dawiyê de bêhiş davêje himêza wê: ji ber ko ev mirov di rastiya xwe de
westiyaye ji bêdadbûna dîrokê û ferman û qirkirinên wê û ji bilî cihekî
aram - wek mîna di rewşa penaberiyê de dixuye - tu hêvî û daxwazê nake,
cihekî ko jiyan bi awayekî normal lê dimeşi bê tirs û hesab. Ev tirsa ko
di hişê mirovê Êzîdî de ji mêj ve rehên xwe kûr berdayiye.. Lewra ev mirov
globalîsmê mîna buhiştekê dibîne û dipejirîne (bê ko hewledana berxwedanek
şarestanî bike), û pêşeroja xwe û nifşên xwe teslîmî wê dike.
2. Bi awayekî din, mirovê Êzîdî dikare sûdeyekê ji globalîsmê bigre ko ew
bi alîkariya organên wê yên cûr bi cûr ol/netewa xwe bi mirovên cîhanê
bide naskirin û rastiya wê derxîne navendê û mijarên wê bide ber
guftûgokirinê bi awayekî vekirî, çimkî kevneşopa her olek cîhanî milkê
hemû mirovayetiyê ye (eger em di çarçevek globalîsmî de bimînin), di rêya
globalîsmê re (şoreşa pêwendiyan/internêt) Êzîdî/Kurd dikarin kesayeta xwe
û teybetmendiya ola xwe ragihînin bo hemû cîhanê û mijarên wê derxînin
qada lêkolînê, û li pêşiya zaniyar û pesporên cîhanê raxînin. Wisa mirovê
Êzîdî dikare xwe li hemberî rewşa globalîsmê bincih bike, û bi awayekî
posîtîv fêdê jê wergire, û kirasê xwe li gorî hêzên guhertinên wê
biguherîne. Lê şertê herî giring bo pêkanîna vê armancê têgihiştin û
pêşketin û jîrbûna vî mirovî bi xwe ye, û ev tişt heye niha, mixabin, di
piraniya mirovên me de nîne, û ev jî sedemeke ji sedemên têkçûna me wek
mirov û wek civak.
Jêder: http://www.amude.de/amude/kurdi/nivis/nivis7/tariq.html
Top
|