Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

 

Vegere

 

GIRINGIYA  R O J Π G I R T I N Ê  Û HINEK CEJNÊN ME ÊZDIYAN

 

Kemal Tolan / 09.12.2006

Li gorî ku di qewl û duhayên me Êzdiyan de xwanê dibe, Milyaketan di roja şemiyê de dest bi afirandina dinya yê kirine û di roja dûşemê de jî qedandine. Lewma ye ku Êzdî  di roja sêşemê de dest bi girtina rojiyên ji bona Milyeket û Qelenderan dikin.

Wekî dinê em Êzdî vêga hêjî dibêjin, ji bo roj ji tengasî û tariyên zivistanê zu derkeve û dinya ji me hemû ruhilberan re xweş bive, em bangî hemû Xwedanên (Tawisî-Melek, Şêx Adî, Şêşims, Êzî û whd.) xwe dikin û ji destpêka meha kanûnê şûnde de gelek rojiyan ji bona wan digrin û cejnên wan pîroz dikin. Her wusa, gava roj ji tengasî û tariyan xelas dibe jî, em dîsa gelek rojiyan ji bo Xwedanên xwe digrin û cejnên(weke îda: bilindê, batizimî, çilê zivistanê, Xidiryas, Xidirnebî, Newrozê, Çarşema sor û whd.) wan pîroz dikin.

Ferzên rojî girtinê, divê her evdê Êzdî ku fahm dike, temen mezin û saxiya wî li cîh be rojî bigre. Êzdî di berbanga sibê hêja stêrka sibê neavîtî de, radibin paşîvê dixwin û jê pêde jî, heta roj biçe ava qet tû tiştekî ne dixwin û ne jî vedixwin.

 

Li ba me Êzdiyan mahna rojî yê ne ku meriv hima xwe tenê birçî bike. Dema evdên Êzdî bi rojî bin, divê ew di wî wextê de ruhên xwe paqij bikin; yanî xizmetê ji hevûdinê re bikin, haj ji axaftina xwe hebin, dema yek xeberên nebaş û çiran bi meriv bike, meriv jî çêr û xebrên wî lê venegerîne(bersiva baş ewe hingê meriv bêje ez bi rojî me), xwe ji têkiliyên cinsî û tiştên xirab dûrbikin, xêr û xêrata bidin. …..

Kesên temenê wan piçûk anjî gelekî mezine, nexweş, bidûhalî(bihemle), bêmecal û whd.in ne mecbûren rojiyan bigrin.

 

Dema yek bi hemda xwe tiştên ku rojî yê dişkênin-xera dikin(tiştekî bixo, vexo,vereşandina xwe bîne, bikeve têkiliyên cinsî û whd) bike, hingê rojiya meriv dişkê û ew rojî qebul nabe.

 

Gava roj diçe ava, Êzdî gazî Xwedanê ku jê re rojî girtine dikin û fitara xwe bi gezek nan(qutê îmanê ye) yanjî bi paçûkirina beratekê(axa nav mala Şêx Adî ye) vedikin û dûre dibêjin:“ Ya ......... , min ji te re ev rojî girt, tû vê rojiya min ji xwe re qebul bikî..........“.

 

ROJÎ Û ÎD-CEJNÊN ÊZDIYAN

 

 Rojiyên ku em Êzdî hêjî ji bo Xwedê, pîroziya Milyaket, Xas, Qelander û hemû kevneşopên dînê xwe digrin evin:

 

1.      Îd û rojiyên Şêşims

 

 

 

 

 

 

Êzdiyên ku Xwedanê wan Şêşims be, ew tenê (li herêmên Xaltiyan hemû Êzdiyan) van sê rojiyan digrin. Pêwîste meriv van her sê rojiyan dû hefte berî roja îna ku yekemîn dikeve meha kanûn(bi hesabê kurmancî meha 12 ye)ê, di roja sêşem, çarşem û pênçşemê de bigre û di roja înê de jî îd(cejin)a Şêşims çêbike.

 

Wekî dinê, di nav zargotina Êzîdiya de navekî rojê jê Şêşims e û tê gotin ku ev rojî ji bo pîroziya rojê jî tê ne girtin.

 

2.      Îd û rojiyên Xwedan

 

Li gorî kevneşopên me her evdên Êzdî  be, Xwedanekî wan heye û her  evdê ji bo Xwedanê xwe (li herêmên Xaltiyan hemû Êzdiyan) sê rojiyan digrin. Pêwîste meriv van her sê rojiyan, hefte yek berî roja îna ku yekemîn dikeve meha kanûn(12)ê de, di roja sêşem, çarşem û pênçşemê de bigre û di roja înê de jî îd(cejin)a Xwedanê xwe çêbike.

 

3.      Îd û rojiyên Êzî

 

Li ser hemû evdên Êzdî  ferze ku van her sê rojiyên Êzî bigrin. Pêwîste meriv van her sê rojiyan, di heftiya meha kanûn(12)ê ye yekemîn de, di roja sêşem, çarşem û pênçşemê de bigre û di roja înê de jî îd(cejin)a Êzî çêbike.

 

Zargotinê me de xwanê dibe ku ev rojî ji bo afirandina dinya yê jî tê ne girtin û dibe Îda afirandina dinyaye.

 

Wênê Îda Êzî 17.12.04 Oldenburg:

Ji çepêve: Şêx Evdo Mutlu, Eskerê Boyîk, Pîr Xidir Suleyman û ez

 

4.      Îd û rojiyên Çilê Zivistanê

 

Tenê hinek dîndarên Êzdiyan( yên weke Feqîrên Şê Adî û whd.) van çil rojiyên çilê zivistanê digrin û di dawiya meha çile yanjî di destpêka sibatê (2) de jî  îda çilê zivistanê çêdikin.

 

5.      Îd û rojiyên Çilê Havînê 

 

Tenê hinek dîndarên Êzdiyan( yên weke Feqîrên Şê Adî û whd.) van çil rojiyên çilê havînê digrin û di meha tîrmehê(7) de jî  îda çilê zivistanê çêdikin.

 

6.      Îd û rojiyên ji bo Xwedan, Xas û Qelenderan

 

Ji ber ku di Êzdiyatiyê de gelek Xwedan, Xas û Qelenderên dînî hene, ew gelekî bi xof û rahmên û ew gelek îd û rojiyan ji bo Xwedan, Xas, Qelender, Paresgeh, silavgeh, Ziyaret, Cemayî, dawetnebî û whd.ê ku di herêmên wan de hene û pîrozin digrin û cejnên wan pîroz dikin

 

 

Nimûne: 

 

a.      Rojiyên Xidiryas û Xidirnebî 

 

Ne ferze ku hemû Êzdî  van sê rojiyên Xidiryas û Xidirnebî bigrin. Lê, evdê ku van rojiyan digrin, divê heft sala li ser hevûdinê, di heftiya meha Sibatê(meha 2) ye yekemîn de, di roja dûşembê, sêşembê û pênçşembê rojî bigre û roja înê jî cejna wan çêke.

 

b.      Rojiyên Xatuna Fexra

 

Di Êzdiyatiyê de Xatûna Fexra Xwedanê zayînê ye, lewma hinek jin tenê ji bo wê rojiyekê digrin û ne ferze hemû jinên Êzdî  vê rojiyê bigrin.

 

  1. Wekî dinê :

Di meha çile(1) de rojî û îda Batizmî, Belindê, Sersala (kurmancî).

Li ser Îda Batizmiyê weha tê ye gitin:

 

“ Cejna Pîrê Al

 

Batizmiya Pîrê Al
Cejneke xweş û delal
Jin û zarok, mêr û kal
Wê pîroz dikin her sal

Ew cejneke kevnar e
Li gund û li bajar e
Li ziving û diyar e
Şahî û dîlan li dar e
Ew cejna pîrê pîran
Li çar enîşkê Kurdistan
Govenda keç û xortan
Her kes dibe wek biran

Yekşem cilşo û paqijî
Pîrê Al tu her bijî
Bi hiş û dil û mejî
Dest pê dike dilxweşî
 Duşem-sêşem du rojan
Xêr û nanê miriyan
Bo hejar û sêwiyan
Toreya ezdayiyan
 
Çarşemê pezguran e
Li ser ser û çavan e
Karê cejna ciwan e
Xêr û xweşiya mala ne
 
Pêncşemê pîrozî ye
Roja xal û xwarziya
Ya ap û biraziya
Ya dê û bav û sebiya

Zarok li malan digerin
Bê xelat venagerin
Bi kêf, bi bask û per in
Rûgeş û dîlawer in
 
Şevronk êvara înê
Her kes xwe dixemilînê
Pîrê Al bi bîrtînê
Hêviyan dinasînê
Înê xew û razan e
Ji bo kal û ciwan e
Bo xweza û însan e
Rehetî û vehesan e
Şemî kar û xebat e
Bo deborî lebat e
Ji bo hemû malbat e
Bawerî û qinyat e
 
Yekşema dawî sersal
Li ser sera Pîrê Al
Xwişk û bira û heval
Em bi te bûne xweş

 

http://mitglied.lycos.de/lalis/modules.php?name=News&file=article&sid=29 "

Dîsa di meha Sibatê de rojî û îda Qurbanê.  Rojî û îda Newrozê(21.3),  Çarşema Sor (çarşema nîsanê ye duduya de), Roja Basinbar(20? Nîsan ê de), Cimaiya Şerefdin(19 Tebaxê), Cimaiya Şêxadî( ji 6- 13 ê Kanûnê) û whd.

AMEDEKIRINA CEJNÊ

 

Di nav bawerî û zargotina me Êzdiyan de amedekirina rojên îda roleke mezin dileyîzin. Amedekirina îdan jî wekî rojên wan ji hevûdinê cûdene. Amedekirina cejinên ku çend rojan dihatine pîrozkirin, beriya îdê bi wextayekî dest pêdikir. Her Êzîdiyî li goriya aboriya mala xwe libasên nû ji bo hemû evdên di malê de dikirî anjî bixwe çêdikir. Tê bîra min, wexta hinek kesan di havînê de benderên (ceh, genim, nok, nîsk û whd) xwe radikirin, dema di mehên payîzan de pez-dewar, dar-komir, fêkî û tiştên xweyî dinê difirotin, ewan hingê mesrefên ji bo amede û pîroz kirina îdan cûde dikirin.

 

PÎROZKIRINA ROJÊN ÎDAN

 

Li welat, gava roja êvara îdê dihat, herkesên ku li derve li ser kar û barên xwe bûn dihatin malê. Bixêr hatin didane zeyî û pismamên ji deverên dûr hatine îda wan. Eger îmkan hebûna tû kesê Êzdî  di roja îdê de ne diçû ser kar. Hinek kevanî yên mala hêja berî roja îdê û hinek jî roja îdê serê sibê zû radibûn dest bi amedekirna xwarin(kutilk, pîçik, nanê sêlê, aprax, savar, tirşik, birinç û whd.ê) û vexwarinên ji gelek tahman dikirin. Gava xwarin û vexwarina îdê hazir dibû û berî ku kulfetê malê li ser sifra îdê rûnê, kevaniyan zadê para miriyên xwe ji xwarin û vexwarinên amedekirî derdixistn û ev nanê xêra miriyan dibirin didane wan malên ku belangazên gund bûn. Roja îdê de herkesî libasên xwe yên nû û renge reng li xwe dikirin. Yên ku duha dizanîbûn duha û wahzên xwe dikirin. Di pey re kulfetê di malê de diçune dest û rûyên hevûdinê paçûdikirin û her wusa jî diçûne îda malên cînar û hemû gundiyên xwe pîroz dikirin.

 

Gelek kesên ku ji hevûdinê xeyîdîbun jî bi munaseta van rojên îdan li hevûdinê dihatin. Roja îdê li her gundên Êzdiyan de sifra xwarin û  vexwarinê di nava hemû malan de heta êvarê ji erdê ranedibû. Zaroka di van rojan de şekir, gûz, findik, pere, mewîj, hejîr û gelek xwarinên dinê ji xwe re didane tomarkirin.

 

Gelek caran meriv serê sibê diçû ber qup, ziyaret, silavgeh û cîhên pîroz pez û dewar ji bona ocaxên(xwedanên) wan dikirine qurban. Xwarin bi hevûdinê re li wan cîhan çêdikirin û dixwarin. Pir kesan jî pere û  tiştên nav malê xêra miriyên xwe didane merivên dûnav û malên belangaz. Her kesî û bi taybetî jî qîz û xortan heta derengî şevê bi hevûdinê re dawet û dîlan dikirin.

 

Di rojen îdên cemayî û dawetnebiyan de, her malekê serê sibê radihîşte sêniyên xwarina xwe û diçûne li bênder anjî li ser serê xaniyan datanîn û tevan bi hevûdinê re li ser sifra rêzkirî rûdiniştin û ew xwarina anî bi hevûdinê re dixwarin.

 

Dûre dîsa bi hevûdinê re pir leystikên cude(dawet, dîlan, dengbêjî, qebê, bahzdanê, xar û pere, tevşoyê, nîşan girtin, dîk-gah-gamêş berehevdan, giranî hildan û whd.ê) dileyîstin.

PÎROZKIRNA  CEJNÊN LI EWRÛPA

Berî ku em koçi Ewrûpa yê bibin, gelek ji me bi van kevneşopên bav-kalan mezinbûn û me ew xwedî dikirin. Lê, hinga ku em hatine nava van welat û çandên xerîb, em ji hevûdinê dûrketin, mane bi tenê, tifaqa me ye heyî jî pelişî û me gelek kevneşopên bav-kalan jî ji bîra kirin.

Belê, bila rahma Xwedê li ser hemû kes û malbatên ku bi taybetî ji bo damezirandina van mal û komelên Êzdiyan zahmet dane xwe be. Gelek xwandeva jî dizanin ku berî her kesî û rêxistinên li Ewrûpa yê me çend kes û malbatên li bajarê Oldenburgê di sala 1993 de dest bi fikra damezirandina rêxistin û avakirina mala Êzîdiya ye serbuxwe kir. Vêca şikir ji Xwedê re vaye îro ev mal û komelên me li gelek bajarên dinê vebûne û bi xêra xebata wan êdî hinek kevneşopên me jî  nûjen dibin û têne xwedîkirin.

Wêneyekî Cejna Çarşema Sor ya sala 2005 li Mala Êzdiyan- Oldenburgê.

Bê guman, ev xwedî lê derketina urf û adetên me yên li Ewrûpa ne li gorî şertên welatên me têne şopandin. Li vira malxo û kevaniyên malan hew dikarin bêjine kulfetê malê; hûnê di rojên îd, şahî û şîna de van libasan li xwebikin. Anjî kes hew di rojên îd û cejnan de diçe li nav malan di gere. Hur û girên me êdî ne li bênder û meydana de bi hevûdinê re dileyîzen û nan duxin.  Li virê jî, heta ji me Êzdiyan tê em hêjî gelek kevneşopên (fito, xêr, zadê ji bo miriyan, sunet, bisk, dawet(şahî), şîn, pîrozkirina cejna û whd,ê) xwe di nav salonên mal û komelan de nûjen û xwedikin.

Ez van cejna li hemû heval, Êzdînas û xêrxwazên Êzdiyatiyê û xwandevanan pîroz dikim, hêvîdarim em  di nava sala bêde jî di saxî û armancên xwe de her serkevtî bin.

Li gel rêz û silavan

Kemal Tolan

09.12.06

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis