|
Civakên Êzdîya; çend têbînî Tosinê Reşîd
Civakên êzdîya çi li Avropa, çi li komarên Yekîtîya Sovêta berê, çi li Kurdistanê, demên dijwar derbas dikin. Bi sedsalan (eger ne bi hezarsalan) dengê êzdîya fetisandî bû. Li welêt zordarîya olî hebû, li Ermenistan û Gurcistanê systema desthiltdar dijî olan bû. Bi sedsalan ji bo êzdîya xwendin guneh bû. Êzdîyên Yekîtîya Sovêtê nav derxe, di nav êzdîyên mayîn de, heta van salên dawî jî kesên xwendî lap kêm bûn. Van şertan usan kir, wekî civakên êzdîya bi şûn ve bimînin. Gava hinek êzdî derketin Avropa, bi karên civakî re bûne nas, berî ku ew bêne bal hev, ji xwe re komelan ava bikin, rêxistinên sîyasî ketin nav wan, bi navê êzdîya komele ava kirin. Her rêxistineke sîyasî êzdîyên xwe gîhandin hev. Ji ber ku salên dirêj, wan rêxistina dijminaya yek û du dikirin, vê carê ew dijminayî kete nav êzdîyan jî. Ew kesên berê êzdî bûn, vê care bûne êzdîyên PKK, PDK, YNK û hinek rêxistinên mayîn. Ev yek, ji talebextan re, min hin li Avropa, hin jî li Kurdistana azad texmîn kir. Ev ne rêke rast bû. Divêt ol û sîyaset ji hev cihê bin. Bê guman her êzdîk dikare bibe endem, yan alîgirê rêxistineke sîyasî, ev tiştekî normal e, lê komelên bi navê êzdîya tên ava kirin, nabe bin bandûr, tesîra wan rêxistinan de bin, bi gotina wan karê xwe bi rê ve bibin. Komelên bi navê êzdîya tên ava kirin, yan gerek xwe ji sîyasetê dûr bigrin, yan jî sîyaseteke kurdistanî bi rê ve bibin. Ne rast e, ew bi rêxistineke sîyasî ve girêdayî bin. Ew kesên dixwezin di komelan de sîyaseta rêxistinî bîkin, bira herin di komelên rêxistinên xwe de kar bikin. Êzdîyên ku nav ewqas welatan de belav bûn, eger ser bingehên sîyasî jî ji hev dûr bikevin, êdî malxirabîye. Amanca komelên êzdîyan divêt nêzîk kirina êzdîyên ji welatên cihê be. Lê heta îro jî hinek ji wan komelan, êzdîyên usan jî perçe bûyî, hê ji hev dûr dixin. Eger komelek bi navê êzdîya tê ava kirin, amanca wê gerek berî gişkî parastina ol û toreya êzdîyan be, parastina çande û zimanê kurdî be. Ev jî sîyaset e, sîyaseta xwe parastinê, sîyaseta berxwedanê di şertên bişkavtin, asîmîlasîyona xeter de.
Van demên dawî gelekî ser birîyara Civata Ruhanî, ya hejmara XVI tê nivîsarê. Gelek komel, malper û ronakbirên êzdîya bi wê birîyarê ne pêxweşin. Ji bo min gelek dijwar e ser vê pirsê bawarîya xwe bêjim, yan daxuyanên tên raber kirin îmza bikim. Ez nizanim heta niha ew şêwir çawan hatîye hilbijartin, wê şêwrê çi xizmet ji êzdîyan re kirîye? Lê van salên dawî cihan gelekî hatîye guhastin. Firsendên ragîhandinê cihan biçûk kirine, pêwendî, têkilî hêsan kirine. Ji ber vê jî eger heta niha Civata Ruhanî, yan ew şêwra ku ser tê mineqeşe kirin, bêtir ji bo bi rê ve birina karên êzdîyên Başûra Kurdistanê dihatin hilbijartin, niha rewş hatîye guhastin, divêt ew xizmeta êzdîxanê gişkî bikin. Di civakên êzdîyan de, bi taybetî li dervayî welat, gelek problêm derketine meydanê. Em zanin, wekî pirsên ji bo êzdîxanê gişkî giring gerek ji alîyê Civata Ruhanî de bên çareser kirin. Gelo ew civat îro amadeye wan pirsan çareser bike? Nizanim. Divêt kesên ji bo êzdîxanê gişkî birîyarê digrin, kesên wî barê giran hildidin ser milên xwe, kesên gerek rêveberîya êzdîxanê bikin, hêjayî wê mesûlyetê bin. Endemetîya Civata Ruhanî ji kûraya sedsalan tê û ez nizanim çi guhastin dikarin di wê civatê de bibin. Lê ew şêwra hatîye hilbijartin gerek bi rastî nonerên êzdîxanê gişkî hilgire nav xwe. Gerekê agaha endemên wê şêwrê ji rewşa êzdîyan gişkan hebe, bikaribin berpirsîyarîya êzdîyan gişkan bikin. Bi bawarîya min dem hatîye, wekî ronakbîrên êzdîya çi hundur, çi dervayî welat, oldarên êzdîya, nonerên êzdîyên welatên cihê berevî kongirekê bibin, ku problêmên pêş civakên êzdîya muneqeşe bikin, ser wan problêma bi teherekî vekirî bipeyivin û çareserîyê ji wan re bigerin. Hema ew kongire jî dikare şêwrekê hilbijêre, ya ku destûra wê hebe ser problêmên civakên êzdîya birîyaran bigre, li meydana navnetewî nonertîya êzdîya bike, ji navê wan bipeyive. Gerek ew şêwr bikaribin lêkolînên anegor bike, derdên êzdîyên cihanê gişkî, pêtivî û daxwazên êzdîyan gişkan dîhar bike û bikaribe wan daxwazan bigihînne îdarên anegor. Divêt pirsên bi rewşa êzdîyan re têkel bi rêk û pêk bên danîn, bi zanîyarî mak kirî bin, rêya çareser kirina wan bê destnîşan kirin. Ji ber vê jî endemê wê şêwrê divêt kesên xwendî, zane, dinêdîtî bin. Kesên usan di nav êzdîyan de îro pirin, divêt zanebûn û karibûnên wan bi kar bînin. Gelên cihanê belav bûyî, şewrê gelekan hene, ku rêveberîya civakên xwe li seranser cihanê dikin. Ez zanim, ev ne karekî hêsaye, lê çawan jî hebe, zû yan dereng divêt em şêwreke usan saz bikin. Divêt em usan jî ji bîra nekin, wekî êzdîxane tenê Şêxan û Şengal nînin, Mîrê Êzdîya û Civata Ruhanî gerek rewş û daxwazên êzdîyên deverên mayîn jî hesav hildin. Em hêvîdarin demên pêvîst, seroketîya herêma Kurdistanê, parlamênta herêma Kurdistanê wê piştgirtina şêwreke usan bike. Êzdîxana hevgirtî, bi hêz, berjewndîya gelê Kurdistanê gişkîye.
Gotineke pêşîyan heye, dibê: “Zar heta negirî, dayîk şîr nadê”. Rast e mafên êzdîya di destûrên Îraqê û herêma Kurdistan de hatine nas kirin, seroketîya Kurdistanê, bi giştî, bi çavekî baş, xêrxwaz êzdîya dinhêre, lê divêt êzdî bikaribin pirsên xwe derxin holê û rîya çareser kirina wan destnîşan bikin. Divêt êzdî bi xwe derdê xwe bêjin. Endemên parlamênta Kurdistanê, yên êzdî, çi ji alîyê PDK, çi jî ji alîyê YNK, gerek ji bo pirsên bi êzdîyan ve têkel bi hev re bin, gotinên xwe bikin yek. Ew di parlamêntê de ne tenê nonerên partîyên xwe ne, lê usan jî nonerên êzdîyane. Pir caran partîyên wan hema bi navê êzdîya ew kirine listên xwe.
Min nama xortên Şengalê jî xwend. Ew pir tiştî ji Mîrê Êzdîxanê, birêz Tehsîn beg dixwazin. Daxwazên wan ji alîyê mirovekî de, kî dibe, bira bibe, nikarin bên pêkanîn. Ji ber vê jî ew şêwra me li jor besa wê kir, dikare wan pirsan çareser bike.
Tosinê Reşîd
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |