|
Vegere
Bîranîna
Şêx Rostem
Tosinê Reşîd

Xwedê vê koçberîyê xirav
bike, piştî du mehan ez hêja pê hesîyam, wekî Şêx Rostem qedem
guhastîye, rehma Xwedê pêk anîye.
Şêx Rostem kurê Şêx Şamil
bû, ku bi radîyoya Yêrêvanê ji wî re Şamilê Beko digotin.
Salên 50 emîn, 60 emîn tu
kesê wek Şamilê Beko zûrnê, meyê, fîqê xista tune bû. Wî carana du
zurne bi hev re lê dixistin. Sazbendên profêsîyonal ser hostatûya wî,
hunerê wî yê zurne lêdanê mat diman. “Cirîd” a wî bi fîqê lê xistye û
bi radîyoya Yêrêvanê beşa kurdî tê belav kirin, tiştekî nebînaye,
sertaceke sazbendîya kurdî ye.
Tu dikarî her roj
bibhêyî, sibê heta êvarê bibhêyî û jê têr nebî!
Bi gotinê tu nikarî
hunerê Şêx Şamilê bînî zar, divêt her kes bi xwe awazên wî lêxistine
bibihê.
Apê Şêx Rostem, Şêx
Hesen, salên zarotîya min pir caran mala me dibû mêvan. Hatina wî li
seranser gund dibû wek cejnekê. Di êvar de mêrê gund gişk wê di oda me
de berev bibûna û Şêx Hesen wê dest bi destana bikira; “Mem û Zîn”,
“Sîyabend û Xecê”, “Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî”, “Xanê Çengzêrîn” û
gelekên mayîn.
Wê destanek êvarê, piştî
şîvê dest pê bikira û destê berbangê ancax temam dikir.
Wan şevan oda me dibû
şanoya hunermendekî, artîstekî. Şêx Hesen wê hey bistira, hey
bipeyivîya. Peyvên her mêrxasekî destanê bi dengekî digot. Bûyarên
destanan bi zêndî dihatin ber çavên mirovan.
Şêx Rostem di malbeteke
usan de mezin bibû.
Şêx Rostem şêxê Şêxûbekra
bû, zaneyê ola êzdîyan, zanekî gelek mezin bû. Di nav êzdîyên Kavkazê
de zaneyê mîna wî divek çend kes hebûna , yan tune bûna.
Şêx Rostem zaneyê ola
êzdîyan, yê dawî bû, wekî di dibistana olî de fêrî qewl û beyt, rê û
rismên ola êzdîyan bibû.
Heta dawîya salên 30 emîn
sedsalîya buhurî, dunavên êzdîyan (êzdîyên Kavkazê ji dunavan re
digotin terêq) kurên xwe, yên bi zên û zîrek dişandin bal dunavên
zane. Ew kur bi salan di malên wan dunavan de diman, bi wan re nav
êzdîxanê digerîyan, diçûne ser şîna û şaya. Wan usan jî qewl, beyt,
du’a û diroze ezber dikirin. Gava bal dunavekî zane fêrbûna xwe temam
dikirin, vê carê diçûne bal yekî mayîn.
Şêx Rostem ber destê du
zaneyên ola êzdîyaye bi nav û deng, ku seranser êzdîxana Kavkazê ew
nas dikirin, fêr bibû; Pîr Ûsivê Pîr Elî û Şêx Hemzê Şêx Seferî. Pîr
Ûsiv pîrê Hesen Maman bû, ku alê me digotin Hesmeman, pîrê çil pîran,
Şêx Hemze şêxê Şêxisna bû.
Sêx Rostem rêberekî ola
êzdîyan, yê pir hêja bû û tijî kirina cîhê wî wê ne hêsan be.
Gava min pirtûka xwe
“Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî” dinvîsî, çavkanîyên lape giring ji
bo min, ew sê kasêt bûn ku ji zarê sêx Rostem, di mala mirîdê wî,
Cemalê Şîrin de hatibûn tomar kirin. Ser du kasêta ew bingehên ola
êzdîyan şiro vedike, rê û rismên ola êzdîyan destnîşan dike. Lê kasêta
sêyemîn, ew “Droza Şêşims” e.
Bi gotina Şêx Rostem bi
xwe, wî hevt qeynter qewl zanibûn.
Ji talebextan re piranîya
dunavên alê me (Yekîtîya Sovêta berê) hê jî naxwezin, wekî qewl û
beytên me bên nivîsar û kesên wek Şêx Rostem xizneke mezin bi xwe re
dibin ax û berên sar.
Ji nav me çûyîna dunavên
wek Şêx Rostem ê Şêx Şamil ê, Şêx Dewrêş ê Şêx Keleş ê û zaneyên ola
êzdîyaye mayîn, derbên giranin ji bo civaka êzdîyên Kavkazê. Bi çûyîna
wan em gelek tişt, bi taybetî ji çanda xwe ya olî, heta-hetê unda
dikin. Divêt dunavên êzdîyên Kavkazê jî wek dunavên welêt destûra
nivîsandina qewl û beyt, rê û rismên ola êzdîya bidin.
Tosinê Reşîd
Jor
|