Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Ser rîya Lalişê

 

Şemsê êzdîyano, milkê mêrano!

 

Berî gişkî Şems bû!

Em êzdîyên Zozanîne, Şemsanîne.

Gava destê xwe davêjne karekî, derdikevin ser rêkê, em gazî Şems dikin, “Ya Şems”.

Sonda ser zarê me, bi navê  “Şems’ e, gava yekî didine sondê, dibêjin, “Bê Şems”. Bi derew sond xwarina bi navê Şems, wek mirinê e.

Seva dayka min du’a lape mezin “Mertala Şems pişta te be” bû. Ew bi wê bawarîyê bû, wekî çi derb, çi qelpî, çi derew, çi buxdan wê mertalê bikevin, wê bişkên, wê hûr xweş bin, wê mina bibin, wê beta vebin. Û wê mertalê, wê bawarîya dayka min, ez pir rojên giran parastime û hê jî diparêze.

Kî ji me ra xiravî dikir, dayka min ew disiparte Şems, wê dixwest Şems dîwana wan bike.

Rojên teng me hewara xwe Şems dadixist, me bangî Şems dikir, ‘Şems, tu î xweyê me’.

 

Her tiştên me ji dest me girtin; mal hebûna me, gund û bajarên me, pirtûk û mişûrên me, kas û niviştên me… Lê bawarî di dilê me da bû û destê wan negihîste wê bawarîyê. Ew bawarî bi me ra bû û wê bawarîyê bi sedsalan, bi hezarsalan em parastin û gîhandine vê rojê.

 

Şemsê êzdîyano, milkê mêrano!

 

Di hundurê min da hisret hişîyar bûye.

Na! Çi hişîyarbûn. Di hundurê min da hisreta welat, hisreta Lalişa Nûranî herdem hişiyar bû. Niha ew hisret di hundurê min da teqîyaye!

Hin ji hundur va, hin ji devra va ew ê hisretê xwe min pêçaye.

Û ez serdapê niha hisretim. Hisreta welat, hisreta Lalişa Nûranî, hisreta Kanîya Sipî, hisreta Mergehê.

Mînanî hevtê, hevt govek kal û bavên xwe, min jî wê daye ser rîya Lalişê, Lalişa pîroz, Lalişa Nûranî.

Ez bi barekî gelek giran têm,

Ez bi hisreta her hevt mêran têm!

Ez têm, wekî xwe gunehkarî bi ava Kanîya Sipî mor bikim. Ez ber mîrê xwe gunehkar nînim, lê çawan hebe, ez ji benî me, şêst û çend sale min ber xwe daye.

 

Kanîya Sipî!

Kanî; destpêk, serê her tiştî. Kanîya jîyanê, kanîya bawarîyê, kanîya herdemîyê.

Sipî; paqij û ge wek bawarî, wek ronahî, wek rastî!

Kanî, ya Sipî! Ez têm bi ava Kanîya Sipî xwe mor bikim.

 

Ez têm ber dara gulhinarê, a ter, sed carî ta bim.

Têm nava kevirê gelîyê Lalişê şev û roj ba bim.

 

Gelîyê Lalişê dar e!

 

Ew dar yek bi yek bi xwîn hatine avdan; ez têm yek bi yek ber wan dara çok bidim.

 

Şemsê êzdîyano, milkê mêrano!

 

Rojê sê cara ber te ta dibim, çawan tu rojê sê caran ber Xwedê bê heval û bê şirîk.

Rojê sê cara mîna dayka xwe bangî te dikim:

‘Here hewara hevtê du miletî, here hewara rêwîyê rîya, nevsê tengîya, serê ser belgîya…’

Lê me jî ji bîra neke,

Tu î xweyê me..

Xweyê bêxweya, çara bêçara!

 

Şemsê êzdîyano, milkê mêrano!

 

Van bê Xwdêya, bi navê Xwedê çendik çend sala em kuştin, çendik çend caran mal û şênîyên me wêran kirin?

Na, ez tu caran tole hildanê ji te naxwazim.

Tu î xweyê me, me biparêze! Hê jî çav hene bi xwînê şêlû rastîyê nabînin.

Wan çavan veke, ronahîyê bide wan mejûyê tarî!

 

Şemsê êzdîyano, milkê mêrano!

 

Ezîzê min navê te mîr e,

Şêşimsê min, navê te mîr e!

 

Ez ê ser birka Kanîya Sipî bangî te bikim.

 

Ez wê kim ro hatîye esrane,

Hilatîye manga giran e,

Şêşims dide maşa, berata, risqane!

 

Tiştekî zêde ji te naxwazim;

Maşê min bira wîjdana pak be,

Berat - enîke vekirî herdem

Û risqê min jî bes bawarî be.

 

Tu bavê Şex Neqaş î,

Di dîwana Şêx Adî da tu dimeşî,

Ezîzê min, ne tu nûr î, li erş î!

 

Berî her tiştî ronayî hebû!

Û ew ronahî bi navê te bû.

 

Ez wê kim hiltê Şemsê qemer e,

Ber diçe manga zer e,

Nûr û neder ji Şêşims dihere.

 

Berî her tiştî ronayî hebû!

Û ew ronayî ji Şems dihere.

 

Lalişa Nûranî! Ez berbi te têm!

 

Têm ber Mergehê çok bidim, ber gorên xas û bavçakan pante bidim.

Lê ew hindike. Ew têra hisreta kal û bavan nake, ew têra wê xwînê nake ku ser axa te hatîye rêtin.

Na ez têm ber her dîwarî û ber her berî, ber her darê û ber her avê çok bidim.

Ez ê axînên dayka xwe, hisreta bavê xwe, mirazê kekê xwe bi xwe ra bînim. Ez ê xewn û xeyalên wan bi xwe ra bînim.

Ez ê hisreta Pîr Şemo bi xwe ra bînim. Heta ber zilm û zora rêjîma Stalîn jî kolozê serê xwe danenî, xizmeta ola xwe kir. Ew bi bawarî dijît û bawarîya wî ji hebs û zîndanan, ji lêdan û kuştinê zortir bû.

Ji bo wî Lalişa Nûranî carana li esmanan bû, carna li Şengalê bû. Carana Lalişa Nûranî mala Xwedê bû, carana mala Melekî Tawis bû, carana mala Şêx Adî bû, carana mala Şêşims bû. 

Lê berî gişkî ew di dîlê wî da bû û mala rastîyê bû! Berî gişkî ew mala bawarîyê û ronahîyê bû!

Wî bi her rîya pîrozîya Lalişa Nûranî  digihîande dilê me, şûna wê di xewn û xeyalên me da fire dikir.

Sîstêma sosîyalîzmê bi roj û şev dixwest pûtên xwe di mêjîyê me da bi cîh bike û pir tişt  ji wê ra li hev hat. Lê tu li dilê me da bûyî, parastina te wek evînê bû ku rê nade tu kesî tev wê hesîna pîroz bibin.

Sîstêma sosîyalîzmê caran zora mêjû dibir, lê tu caran nikaribû zora dil bibe. Tu di dilên me da bûyî û kesî nikaribû te ji wir derxe.

Evîna te bi evîna Xwedê ra di dilê me da bû.

 

Di vê dewrana kompûtêran da mirov dixwazin her tiştî binirxînin, şûna wê kivş bikin, navekî bidine ser.

Ez çi navî daynim ser te? Bi çi navî te nav bikim?

Parêstgeh! Kêm e. Welat ne rast e. Niştiman? Xwebêj te tijî nake.

Dinîya heq? Divek! Lê dîsan jî ne tam e.

Me ronahî diparast, me Roj diparast. Me ber Rojê pante dida, şirîk bû. Me mirov gişk wek mirovên Xwedê didîtin.

Em bi hatina gişkan şa dibûn, kî wek dost dihat. Me pêxemberên gişkan wek mirovê Xwedê didîtin, me pîrozîya wan pejirand. Me got nûra Xwedê bi Mûsa, Îsa û Mehmed ra heye. Lê amanca gişkan kuştina me bû. Bi navê Xwedê em dikuştin (ji bo çi, ya Xwedê!) bi navê Mûsa em dikuştin, bi navê Îsa em dikuştin, bi navê Mehmed em dikuştin…

Me parêstgehên wan wek mala Xwedê didîtin, pîrozîya wan dipejirand, wan parêstgehên me wêran dikirin, agir berdidanê. Heta hestuyê xasên me jî ji gora derdixistin û dişewitandin.

Me bi zimanê kal û bavên xwe, bi kurdîya şîrin gazî Xwedê dikir, wan zimanê me jê dikir.

Lê ew ên avropî, ku ji xwe ra pêşketî, dêmokrat digotin, wan jî destên xwe tev wer kiribûn, temaşe dikirin çawan zarokên me dikujin, çawan jin û keçên me li bazarên kola difroşin.

Pêşketina derew, dêmokiratîya durû!

Ev bû Xwedênasîya wan.

Me Roj diparast, ku bi xwe ra ronahîyê tîne. Lê gîyanên di tarîyê da ji ronahîyê ditirsîyan.

 

Tirsonekîya hinek dunavên me, sîstêma sosîyalîzmê, perwerde kirina atêyîstîyê, kêmayî, yan jî tunebûna perwerde kirina olî, di dilê me da bawarîya Xwedê kiribûn rûmet girtina bawarya kal û bavên me, berxwedana wan e bê mînak. Me bi zoraya xwendina xwe dixwest di sîstêma olîyê da qelşa bibînin, qelşa vekin.

Qewl û beytên me, ku bingehê bawarîya ola me bûn, me wek nimûnên folklorê didîtin. Kubra qewla ew awazê sazbendîyê bû, têkstên wan ka çi nirxê wan ê şayîrtîyê heye.

Û me çiqwas tişt unda kir!

Lê dîsan jî ez ber te ne tawanbarim, Şemsê êzdîyano, ez ber te kêmim.

Ez kêmim, tu zêdeyî!

Tenê tu mayî bo min çawan mefera dawî, Şemsê Êzdîyano, Milkê mêrano!

Ez berbi te têm û ji te çarekê dixwezin, çara bêçara!

 

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis