|
Vegere
Rexnên bê
bingeh, bêkêrin
Tosinê Reşîd

Di gotarên ser
Êzdîyan û ola wan de em pir caran rastî rexna tên. Ji bo zelalkirina
pirsan, ji bo rastî derkeve holê, ev tiştekî baş e, kêrhatîyê.
Lê divêt rexne
navnîşan, adrêsa wê hebe. Hevokên, ku bi peyvên ‘hinek dinvîsin, yan
hinek dibêjin’ tu nirxê xwe, tu qîmetê xwe tunene. Gerek bê destnîşan
kirin ka kî dinvîse, li ku nivîsîye. Eger gotin be; kî gotîye, kingê,
li ku gotîye.
Di pirsa
lêkolîna ol, dîrok û çanda Êzdîyan de em pir dereng mane, em dereng
hişîyar bûne. Îro di vê pirsê de hê jî valayîke gelekî mezin heye.
Ji alîkî mayîn
ve pirsgirêka êzdîya hin ji alîyê zanyarî ve, hin jî ji alîyê sîyasî
ve îro gelek actûal e. Ji ber vê jî gelek kes bi van pirsan ve bûne
gîro. Lê ji talebextan re piranîya van kesan ne pisporên pirsêne. Yek
ji wan kesan jî ez im. Çiqwas jî ji salên xortanîyê (salên 60-emîn)
mêla min ser qewl, beyt û lêgêndên Êzdîya hebûye û gelek ji wan min bi
xanima xwe, Dr, Nûrê Cewarî ve, berev kirine û çap kirinê, lê ez di
jîyana xwe de tu caran bi lêkolîna wan pirsan ve ne bûme gîro. Lê gava
ez ji welêt derketim û bi civakeke nû re têkel bûm, min texmîn kir ser
Êzdîya û ola wan çiqwas bawarîyên, nerm gotî, ne rast hene. Ji ber vê
jî min xwest wek karibûna xwe xizmeta nasandina ol, dîrok û çanda
Êzdîyan bikim û pirtûka “Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî” çap kir. Ew
yek çiqwasî ji min re li hev hatîye, ez nizanim. Bê guman şaşî, kêm û
kurtî wê hebin. Minê bixwesta, êzê minetdar bûma û ez hê jî bendême,
wekî kesên di pirsên jorgotî ve gîro, rexne li min bikirana, kêm û
kurtîyên pirtûka min bianîyana ber çavan. Ji talebextan re di wê
pirtûkê de şaşîyên çapê jî ne kêmin, bo nimûn min her cîha peyva
‘Êzdîyatî’ bi kar anîye, lê ser rûyê pirtûkê ’Êzîdîyatî’ hatîye
nivîsar, çi ku dijî bawarîya min e.
Ez bawarim kesên
mayîn jî eger rexne ji bo dîhar kirina rastîyê li berhemên wan bê
kirin, wê wan rexna bi dil û can bipejirînin. Lê rexne divêt navnîşan,
adrêsa wan hebe.
Min van
demên dawî li malpera
www.laish.de gotara Bexşî Guney “Di
rêça Melek î Tawis de” xwend.
Ew gotar ji
destpêkê heta dawîyê rexne ne û pirî caran rexnên gelek tûj, lê tu
cîha navnîşan, adrês tune, em usan jî pê nizanin ka xudanê gotarê kî
rexne dike.
Bo nimûn, ew
dinvîse:
“Licem kesên
anjî derdorên ku xwe weke Serok û Rêberê Kurdistanê û ên ku xwe weke
welatparêz dibînin, gelo çima gotina Êzîdatîyê (Êzîd) hewqasî xeter
dêta dîtin?”
Ew kes kîne, ku
gotina Êzîdatî ji bo wan heqas xeter tête dîtin? Divêt navên wan kesan
bên dayîn. Eger ew nav nayên dayîn, hevok vala, bêkêr dibe.
Ew dinvîse:”Roja
îro jî, bi gotina “Êzîdî Kurd´en an na?” Êzîdatî kirin nîqaş jı
xwere”.
Belê, îro ew
pirsgirêk heye û pirsgirêkeke gelek giring e, ji bo çi gerek nebe
mijara gotûbêjê, ‘niqaş’ ê. Ji kesên ser wê pirsê nivîsîn yek jî ez
bûm, gelo mafê min tune bû ez binvîsim? Kesên beşdarî wê gotûbêjê
bûne, şaşîya wan çîye?
Dîsan jî eger tu
wan nivîsara şaş dibînî, divêt binivîsî, wekî ‘ filankesê di filan
gotarê de wa nivîsîye, lê gerek wa be’.
Xwedîyê gotarê
komkujîyên Êzdîyan bi bîr tîne, paşê dinvîse: “Di nava vî karîde bi
zanîn an bi nezanî kesên ji civaka Êzîdî, carna bi awayekî çalak
(aktif) dinav komkujîyade cih girtine û carna jî bi sixurtîyê cih
girtine”.
Eger ‘kesên ji
civaka Êzîdî di nav komkujîyan de cîh girtine’ ji bo çi navên wan
neyên dayîn? Ev tawaneke gelek giran e, divêt ew kes bên destnîşan
kirin.
Bexşî Guney çend
caran rexne li wan kesan dike, ‘ku xwe wek Serok û Rêber û Rewşenbîrê
civaka Êzdîya dibînin’. Dibêt qet na li cîhekî navên wan kesan bê
dayîn.
Baxşî Guney di
rexnekirina xwe de berdewam e: “Ew kesê ku bi herikandina dîrokê re,
pêşî li tifaqek bi rastî ya Êzîdîya girtina, kine? Ev marên ku civaka
Êzîdî di paşila xwede bixwedî kirine û dikin kine? Ma qey xîreta
Êzîdîya ewkas kem buya? Êdî wextê gotina, Êdî bese nehatîye?”
Belê, eger tu
navê mirovên usan zanî, bide, wext ji mêj ve hatîye. Bi dayîna wan
navan tuyê xizmeteke mezin ji Êzdîxanê re bikî.
Gotar bi
dilgermî hatîye nivîsar, mirov dikare xemgînîya xudanê gotarê tê
bigihîje. Lê gava temamîya rexnên di gotarê de bê bingeh hatine raber
kirin, ew rexne dimînin wek gotinên vala.
Xudanê gotarê di
dawîya gotarê de dinvîse: ‘Weke mirovekî Êzîdî min xwest bi vê
minasebetê û hîn gelekên din, ola Êzîdatîyê, bi rêvebir, hilimdar,
qawlbêja ve, horf, edet, diha û qawlê ola Êzîdatîyê ji çavkanîyên
rast pêşkêşî zanyarîya we xendevanên hêja bikim’.
Hêvîdarim em
hinek navnîşanên rexnan di berhemên wî, yên dahatû de bibînin.
Tosinê Reşîd
Jor
|