Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Em lêgendên xwe ji unda bûnê biparêzin

 

Tosinê Reşîd

 

Çawan dîhare ol bandûr, tesîreke mezin ser çanda gelan û civakan dihêle. Ji ber vê jî çanda êzdîyan, çiqwas jî pareke çanda kurdî, ya giştîye, dîsan jî taybetîyên xwe hene.

Bi sedsalan jimara kesên xwendî di civakên êzdîyan de ne mezin bûye. Ev yek jî bûye sebeb, wekî êzdî derd û kulên xwe, xem û xiyalên xwe bi zar bidine der. Folklor, zargotin bûye teherekî jîyana çandeyî, ya sereke. Ji ber ku pêwendî, têkilîyên civakên êzdîya bi civakên gelên cîran re sînorkirî bûne, bal êzdîyan folklor hê paqij maye, bandûr, tesîra çandeya gelên cîran ser wê lap kêm e.

 

 

Lê cihan tê guhastin û ew guhastin bandûra xwe ser civakên êzdîyan jî dihêlin. Xwendina giştî, TV, radîyo, kovar, rojname, Internet, CD, DVD, roj bi roj cîh li folklorê teng dikin, pêvîstî, pêtivya bi kar anîna folklorê kêm dikin.

Eger mîrata me ya olî (qewl û beyt), ji alîyê dunavên me de tê parastin ( ew jî ne bi tam), folklor ber undabûnêye. Beş, janrên folklorê gişk jî ne di rewşekê de ne. Em bêjin ji bo stranan jîyaneke nû dest pê bûye; TV, konsêrt, CD, kasêt û firsendên mayîn.

Lê dîsan jî her tişt gerek bê tomar kirin, nivîsar û çap kirin.

Heta niha di pirsa berev kirin û çap kirina qewl û beytên êzdîyan de karekî berbiçav hatîye kirin. Ew kar, ji êzdîya bi xwe, dikarî bêjî Qanatê Kurdo ji salên 30-emîn sedsalîya buhurî dest pê kirîye. Dûarojê çi li Yekîtîya Sovêta berê, çi li Kurdistanê çend kesan jî dest avête wî karî û em dikarin bêjin pareke mezin ji qewl û beytên êzdîya hatine nivîsar û çap kirin. Bê guman di vê pirsê de jî têberdaneke mezin heye. Eger têkstên gelek qewl û beytan hatine nivîsar, tu vê yekê ji bo kubra wan, awazê wan nikarî bêjî. Jimara qewl û beytên ku awazê wan bi note hatine nivîsar û çap kirin lap kêm e.

 Gelek stran, destan û çîrok jî, bi taybetî ji alîyê kurdnasên Yekîtîya Sovêta berê de, hatine berev kirin û çap kirin.

Lê beşekî folklora me, çiqwas agaha min jê heye, kêm hatîye berev kirin û çap kirin. Ew evsenetî, lêgêndên êzdîyane, ew ên jîyan û kiryametên mêr û milyaketan, xas û bavçakên êzdîya tînin ziman, sêwirandin, efrandina cihanê, Rojê, heyvê, pêwir û stêran şiro vedikin. Ew ên di der heqê peydabûna êzdîya (ka havênê wan ji kingê de hebûye, çawan ji wî havênî êzdî hatine sêwirandin), sêwirandina Adem û Hêwa û bûyarên mayîn tînin ziman.

 Di wan de felsefe, dinêdîtina êzdîyan û civakên wan hê baş tên ber çavan. Ew têgihîştaina bingehên ola êzdîyan hêsan dikin.

Di gundê me de, dema rojîyên Êzî û Xidir Nebî, êvara Înîyê (Pêncşemê êvarê) dunavên gund gişkan ocaxê xwe vedikirin. Gundîya gişkan ew ocax zîyaret dikirin û serê xwe ber dadanîn. Dû re heta nîvê şevê dunavên zane ji me ra ew evsenetî (legend)  digotin, beytên bi jîyan û kiryametên xas û bavçakan re têkel digotin û şiro vedikirin.

Wan şevên li malên dunavan, bandûr, tesîreke mezin ser me dihîştin.

Şûna wan evsenetî, lêgêndan, di pirsa parastina êzdîyetîyê de jî, gelek mezin e.

Niha di jîyana rojane de cîhê wan evsenetîyan teng bûye. Ji ber vê jî divêt her tişt bê kirin, wekî em wan ji unda bûnê biparêzin. Divêt ew niha bên berev kirin û nivîsar. Bi dereng mayînê em dikarin wan bi tam unda bikin.

Bi bawarîya min rêvabirina karê berev kirin û çap kirina wan evsenetîyan “Bingeha Laliş” li Duhokê dikare hilde ser xwe. Bi alîkarîya mamostayên gundan, kesên ronakbir, pêşewitîyên toreya êzdîyan divêt wan lêgêndan berev bikin û çap bikin. Lê nabe em her tiştî bihêlin ser wan, divêt her yek ji me, gor firsend û karibûna xwe ji vî karê pîroz re bibe giro.

Bi taybetî komelên êzdîyaye dervayî welêt, pêşewitîyên çanda êzdîya, dikarin beşdarî wî karî bibin.

Îro li komarên Yekîtîya Sovêta berê, li welatên Avropa gelek dunavên  êzdîya, yên zane hene, wekî ji wan ew legend dikarin bên nivîsar. Gelek êzdîyên dîndar jî (ji mirîdan) van lêgêndan zanin û ew lêgênd dikarin ji wan jî bêne nivîsar.

Divêt kesên vî karî êdî dikin, bêtir dema xwe bidinê, kesên hê dest pê nekirin, pareke vî karê pîroz hildin ser milên xwe, ew jî dest bi berev kirina folklora êzdîyan bikin.

Berevkirina van nimûnan wê xizmeteke baş be ji ola êzdîyan re, ji çanda êzdîyan re, ji çanda kurdî, ya giştî re.

 

Tosinê Reşîd

 

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis