|
Vegere
Bîranîna Zanîyarê
mezin, xebatkarê bê westan, Şekroyê Xudo
Tosinê Reşîd
| |

Tosinê
Reşîd |
|

Şekroyê
Xudo |
|
Dîrokzanê kurdî bi nav û deng, endemê Akadêmîya
Komara Ermenistanêyî Zanîyarîyê, xebatkarê ji bo doza gelê kurdî bê
westan, prof. Şekroyê Xudo Mihoyî çû ser dilovanîya xwe.
Gelê Kurd lawekî xwe yê hêja unda kir.
Payîza sala 1962 an Komîtêya Navendî ya PK
Ermenistanê komek bi seroketîya Şekroyê Xudo şande navça Abaranê ji bo
li gundên kurda sêmînaran derbas bikin. Endemekî wê komê jî ez bûm.
Her endemekî komê dibêt ser mijarekê bipeyivîya. Ez hinge xwendkar bûm
û ji ber ku min fîzîka û matêmatîka dixwend, min divêt ser firînên
berbi esmîn (kosmosê), satêlayît û rokêta seminar bida.
Em rojê diçûne gundekî. Piştî me ser mijarên xwe
gotar dixwendin, Şekroyê Xudo bêyî ku zêde bê texmîn kirinê, mijara
sêmînarê diguhaste ser nasandina pirsa kurdan. Demeke dirêj, me û
gundîyan bawarî û boçûnên xwe ser wê pirsê pev diguhastin.
Em hevtêkê di gundên kurdan digerîyan û her cîya
sêmînara me dibûn firsenda nasandina pirsa kurdî.
Şekroyê Xudo temamîya jîyana xwe de her pergal bi
kar danî ji bo nasandina pirsa kurdan. Û em dikarin bêjin, wekî gelên
Yekîtîya Sovêtê bi giştî û kurdên Yekîtîya Sovêtê bi taybetî berî
gişkî bi berhemên Şekroyê Xudo bi pirsa kurdan re dibûne nas.
Berhemên Şekroyê Xudo ji gelek nivşên Kurdên Sovêtê
re bûne dibistanên naskirina dîroka kurdan, dibistanên kurdperwarîyê.
Şekroyê Xudo usan jî karekê hêle dikir ji bo
rêvebirina kurdnasîyê, berê çawan serokê beşa kurdnasîyê ya Înstîtûta
Rojhilatnasîyêye Akadêmîya Ermenistanêye Zanîyarîyê, lê ji sala 1993
an çawan serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Moskvayê.
Şekroyê Xudo zanîyarekî xwedî prînsîp bû. Piştî
peymana di navbera Yekîtîya Sovêtê û Komara Îraqê, sala 1972 an
sazîyên anegor ji kurdnasan xwestin, wekî seva Şorişa Eylûlê binvîsin,
wekî ew şorişeke paşverûyê û ji alîyê hêzên feudal ve tê rêvabirin.
Wê demê pirtûka Şekroyê Xudo ku usan jî têza wî ya
doktorîyê bû, amade bû ji bi çapê. Lê ji bo pirtûk çap bibûya divêt
guhastinên jorgotî bihatana kirin.
Mirov hebûn ku guhastin kirne berhemên xwe, lê
Şekroyê Xudo nekir.
Salên dirêj ew pirtûk çap nebû, salên dirêj doktorî
nedane Şekroyê Xudo, lê ew ser ya xwe ma, heta ji dewleta Yekîtîya
Sovêtê re jî nehate rayê.
Şekroyê Xudo ber xwe da û serket.
Ji bo vê berxwedan û serketinê mêranî pêvîst bû û
Şekroyê Xudo xwedîyê wê mêranîyê bû.
Ji kurdên Ermenistanê tenê Şekroyê Xudo bû, wekî
çawa endemê Akadêmîya Ermenistanê ya Zanîyarîyê hate hilbijartin.
Zanîyarê mezin usan jî gula govendan bû, xemla
şayan bû. Bi xwe hiz dikir stranên kurdîye folklorîyê bistre. Cîhê
Şekroyê Xudo lê, li wir ken û şabûn zêde dibûn.
Şekroyê Xudo time jî destê alîkarîyê dirêjî nas û
nenasan dikir.
Mirazek di dilê Şekroyê Xudo de hebû: Kurdistanê
Azad bi çavên serê xwe bibîne.
Giranîya berhemên Şekroyê Xudo ser bizava
rizgarîxwez, ya Başûra Kurdistanêne.
Û mirazê dilê Şekro Xudo hate pêk hat, Başûra
Kurdistanê îro azad e.
Wî bi çavên serê xwe ew azadî dît.
12 Nîsanê Şekroyê Xudo wê bibûya 77 salî. Lê
negihîşt wê rojê, dil jê re nemamî kir.
Şekroyê Xudo pey xwe mîrateke rengîn hiştîye ku
gelê kurd dikare pê wê mîratê serbilindbe.
Em bawarin, wekî navê dirokzanê mezin Şekroyê Xudo
wê di dîroka gelê kurd de bi tîpên zêrîn bê nivîsarê.
Tosinê Reşîd
Jor
|