|
Dayê
Sosê
Çemê Cerehê,
dixwişe xwiş
û
leme lema te de,
bîranînên min
serav û binav dibin,
zevîyên zarokatîya min,
û govendên bîranînan,
li ber lehîya xwe dibe,
hooooo... çemê Cerehê,
ji kur tê,
tê bi kur ve herê,
ey heval,
li kur tê rawestê,
li kur tê bihênijê,
li kur tê bi xew ve biçê,
hoooooo çemê Cerehê,
Nêrdeham,
Mişêfla,
Kevirê Hêmid,
Qubika wêran,
Diyarê Felekê
û ewên din…
li ser vê bêbextiya me,
û vê çifteoxirê,
tok û pêsîran,
ji hêrsa xemsarîya me
diçirînin.
Li ber şewita derbên egala
kanîya hêstiran diçike û
ji qîrîn û gazîyan
qirika xîretê kelogirî
dibe.
Dilokî bêje dayê Sosê
li ser mirina hestan û
bêxîretîya lawan û
dûrbûna zarokên Cerihê
ji warê bav û kalan.
Li ser tevnepîrkên bi
derîyan ve
.û wêranîya Pênc gundên
beravê
xernûfên har û dîn
gulên bûne qoleg
li ber bîna evînê
bêje dayê Sosê bêje.
Kî wê terqîn û yasînekê
bixwîne
li ser têkçûna me li rojava
û helandina keç û xortan
ne têgihştin û nezanîya
mezinan
golên hev girik û tijî
xweşîl dikin.
Hunermend ji qirika xwe
birîndara
nema kes guh dide stiran
û destanên me
Derwêşê Evdî
û
Şêx Mîrzayê Enqosî,
em govenda mirina xwe
digerînin
û xêlvanîyê têkçûna xwe
dibînin
û dergûşa azarên xwe
dilorînin
di nav bexçê zanyarîyê de.
Bêje dayê bêje
bera...
dengê te
bigêhêje qubên Hesen Begê
bera…
ew jî
bi ser kavilên gundên xwe
de
bigrîn
û li helandina nevîyan
binerin
bêje dayê bê rawestan
kezeb tev bûne birîn
li vir mal tune bê şîn
dilên bav û dê jî
dimîne xemgîn.
bêje dayê bêje
li ser van gulên ne bişkivî
û simbilên jiyanê yên
neserdî
di nava gola nezanîyê de
mane fetisî
bêje dayê,
bêje, bê rawestan bêje.
Li ser,
dilên ku tim li wan payize
jiyana bê hest, gemar û
pêse,
qîz direvin
law bêxîret dibin
kezeb perçe dibin
êş û azar kolika xwe
li nav zevîyên mêranîyê
datînin û
xefikan li ber şahîyên me
vedidin.
Bêje dayikê bêje
li ser têkçûna me bêje
reva qîzan
têkçûna lawan
mirina hestan
xemsarî û nezanîya me bêje
bêje dayê Sosê bêje
bê rawestan bêje.
26. 09. 2006 Oldenburg /
Elmanya
|