|
Penaberno
Lehîyên
azaran li vir pirrrrrrr in
û
birînên nedirûtî,
bê
hijmarin
silbûna
jin û mêran ji hev
birîneke
dijwara...!!!?
ka
binerin
bê çawa
em xwe didavêjin
sînga
tunebûnê
û
mejîyên xwe
bi
qelend, tolhildan
û qedexeyan
dorpêç dikin
li vir
azadîye
wekhevîya
zanîna
maf û
mafdarîye qurban,
çima hun
mîna biyaniyên din,
xwe li
ber lehîyên
tunebûn
û têkçûnan nagrin?.
Ma hûn
dixwazin li vir jî,
xwe hînî
girîyê mêran
û
koletîyê bikin
axayên
bi darhişik
ji xwe
re peyda bikin
yan jî,
di
bandora jineka nezan de
xwe tune
bikin
malbatekê bi nakokîyên xwe re
ber bi tunebûnê ve
bibin
ev tunebûne
têkçûne
belav bûne
ji
hevdûrbûna qurban.
Hûnê çawa zarokan
mezin bikin
bi serhişkîya xwe
di nava
nezanî û têkçûnan de
bi
dahatiwa
ku hûn
berê wê
didin goleke neqam
ku bi
kiryarên we genî dibe
û li
kolanên azadîyê
wê roj
bi roj
ber bi
tunebûnê ve dibe
bi
dirûtî,
nezanî û
xemsariya xwe
hûnê
hêdî hêdî li vî warî
hînî
awazên têkçûnan bibin qurban
zaro ne
yê we ne
ciwan
tune dibin
qîz
direvin
kal
bêzar dibin
kezebên
dayikan perçe dibin,
tev ji
bê bextî û zikreşîya meye
ji
nezanî û serhişkiya me ye.
Em xwe bi kurve
tune dikin?
Em ê gotina dawî
li kur biqedînin?
Em ê kêlika dawî
li kur biçikînin?
û
darbesta dawî
li kur
hilgirin?
xatirxwestina dawî
li kur
bixwazin
em tune
dibin!!!!!!!!????????????
têkdiçin
belawela dibin
bi
kiryar û xemsarîyên xwe.
Ma em ê
hîn çend caran
hespên
serhişkî û nezanîya xwe bidin cirîda
em ê hîn
peyî çend tolhildanên
ji bîr
bûyî
bikevin
û çend
xencerên nezanîyê
di
kezeba xwe de biçikînin
em ê
çawa di buhareke îro de
berî
sed salî bijîn qurban?
evder
azadîye
wekhevîye
ilme
zanîne
maf û
mafdariya
xwe
hînî başiyên vî warî bikin
ne
têkçûnan.
Qedexe
di
welatên egala û şifqeyan de
heroj
tê xwendin
rûmeta rûsipî û zanyaran
li wir ji wan tê
dizîn,
kezebê dayikan li
wir
parçe dibin,
dibin lingên
nezanî
û neteweperestiya
xav de,
li wir,
olên kevnar
bi qedexeyan tên
dorpêçkirin
dîroka hezarên
sala
tê berevajî û
winada kirin,
li wir,
têkçûna
mirovatî
û
kuştina wekhevîyê ye
sarkirina mejî
û
tunekirina hestaye,
ji
hevbelakirin
û
tunekirina dîrokê ye.
Penaberno
li vir
bi
hezaran rê û şivîl
li ber
we vekirîne
li hespê
zanebûnê siwar bin
û ber bi
tîrêjên rojê ve bibezin
bere
tûrikê şivantîya malbatê
bi
zanebûnê tije bin
û
hebûna we bi wateyan bi xemile,
Ev der
azadîye
wekhevîye
îlma
zanîne
maf û mafdarîya
xwe hînî başîyên
vî warî bikin ne têkçûnan.
02. 09.
2006 Oldenburg / Elmanya
|