|
Vegere
xerîbo
xerîbo
berxê dayîka mino
kanî ew stêrkin
yên ku ji kenên te diweşîn
kanîn ew tîrên
yên ku ji ezmanên te
dibarîn
kanîn ew gund
yên ku li ser sîngê te
radiketin lo xerîbo
xerîbo
berxê dayîka mino
tihniya ku bi Ferat û Dicle
neşkin
dilê ku bi gulistanekê
bi gulên rengareng
kêfxweş nebe
ma ezê cawa
buharên vemirîn
bi helbestekê vejînim
hey hey xerîbo
dare şkestî
|