Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

Di hadîseke terembêlê de çar Xortên Êzîdî jiyana xwe ji dest dan[i]

 kaniya-sipi

23.12.2005

Di hadîseka terembêlê de li ser rêya Mûsilê ji boy Dihokê çar karkerên Êzîdî ji gundê Xetara mezin[ii] jiyana xwe ji dest dan. Li gory agehdariyên gehana Malpera kaniya-sipi.de her çar xort karekerê lêkirina avaniya bûn û li ser rêya karê xwe bûn. Navê wana jî ev in: 'Aid Nacî 'Eto, Salim Mendo Xwedêda, Şêrzad Eliyas Cemîl û Xêro Milhim Baro.

Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî û desteya birêvebir ya Malpera kaniya Sipî serxweşiyê dide Malbatên her çar xortan û hêvî ji Xwedayê mezin dike ku cihê wana beheşt be.

 

 


[i] Ev nûçe ji Malpera bahzani.net hata wergirtin. Wergerandina kurdî: Dilgeş Îsa

[ii] Xetara mezin, mezintirîn gundên Êzîdiyan e, li Êzîdxanê, ku girêdaya bi qeza Tilkêf li parêzgeha Mûsil.

 

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis