Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

 

Durr u padşa

 

Pîr xidir Silêman

 

Zana u feylesofên cihanê li derdorên xwe rênî ye u hewil dayne bo bûna her diyardeyekê şiroveyekê bi êxine rû , yek ji wan babetên pir balkêş ku zanayê navdar (hîgil ) şirova wê xistîyerû ewe : kereste u metiryal (madde) berî  hoşê (we,î) ye , bi vê yekê agirek dijî kenîşteyê şarandîye  

 

hejî gotinêye hoşmend u feylesofên kurd jî  xwe li vî biwarî kirîye xudane u heke (hîgil) li sed salîya nozdê ev pirse şirove kir bit , şêx fexrê adîya ku zana u derwêş u feylesofekî bîr tîje u danerê gelek têkistên dine êzidiya ye li çerxê duwazdê-berî (hîgl)î bi şeş sad salalkî - hewul daye vî babetî şirove bike her wekî di qewlê şêx u bekir de hatî :


 Aşiq u me,şûqên kurrê         (1

 Me yarek div ê li vê herfê yî mukurrê
 Ka durr ji padşaye , yan padşa ji durrê ???

 Aşiqê êrifî çêye
Tef têşa me ji vê ciwabêye
 Ka  dûrr ji padşa ye , yan padşa ji durrê ye ??

Xundevanê delal : padşa anku (xudê)  , durr anku (cihan u kewn) .

 Vêca piştî şêx fexir dû cara ev babet bi rengê pisyarê xistîye rû hatîye  mina derwêşekî xudênas  xwe daye paş u mina di bêjin : bi diblomasî bersiva pirsa xwe vekirî hiştîye u di sebeqa sê yê de fermû ye :


Aşiqê êrifî zana    (2

Werin ji minre biden beyane
Durr texte u padşay lê girtî mekane .

 


Kitêba gondyatî (97-101 xidirê silêman çapxana al-hewadis bexda sala 1985.  
 Ev babete di rojnama (dengêlaliş)  jimare (53) 15-2/06 hatîye weşandin

 

 

 

Top

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis