|
BANGEWAZÎ!
Kurdên penaber û xweragir ! Xûşk û birayên tekoşer ! Hogirên doza Kurdistan ê ! Di evî heyamê bihorî da dewleta Tirk bi leşkerekî mezin û bi çekên giran sengerên xwe li ser sinorên Kurdistana Başur û rojhilat.ê girtîye.. Dewleta Tirk dibê ev haziri ye ji bo paksazîya çekdarên PKK’yê. ew dixwezin bi van gotinana cîhanê bixapînin. Haziriya wan ji bo dagirkirina başura Kurdistanê yê. Ji aliyê dinda ev buyerên ku li Amedê û li bajarên din çebûn dikin sebeb û gefan li netewê kurd dikin,çaven gel ditirsînin û tevgera azadixwaza bakurê lewaz bikin. Rejîma İranê jî di leşker kêşî ya xwe ber dewame bo ser serhedên kurdistana azad û dest bi bombe barana deverê dike. Bi kurtî dewletên dagîrker bi sê qolî kevtine bizavên leşkerî û pilanên têkşikandina destkevtên netewa kurd û xebata berheqe gelê kurd li hem û parçên kurdistan ê. Em bangî we sozdar û dilsozên gelê kurd dikin,ku di roja 13.05.06 Li Koln ê xwepêşandana, hewara gelê Kurd pêk bînin. Xwepêşandan ;helwêsta gelê kurde li hember siyaseta înkar û jenosîdîya dewleta dagirkere Tirkî yê.
Xewpêşandan, li hemberê leşkerkêsiya dewleta dagirkere Tirkiyê ye bo ser başura kurdistan ê .Helwêsta aştî û azadî xwazîya kurdan e. Xwepêşandan Balkişandine bir û raye giştî ye ji bo ser çareserîya netawa kurd û mafê mirov.! û bizavên xêrxwazên gelê kurde li YE Xwepêşandan ,Ber û singê YE girtine ku li hember Tirkî yê, bê deng nemînin. Xwepêşandan,daxwazîya serekîye mafê mirov û pêgîrya demokratîzekirina welate.
Xwepêşandan helwêsta cemawera kurde li hemberê dewleta regezperest û kemalîstan û qatilê zarokên kurd.! Xwepêşandan ; Ji welatên Evropî bi xasima ji Almanya yê xwazyere ku li hemberî hovî û cinayetên dewleta Tirka da bê deng nemînin. Kurdên dilovan ! Ew kesên ku ji bo Azadî ya Kurdistan ê berxwe diden.! Berevanên mafê mirov, Demokrasî û Aştî û tenahî ye. !
Xwepêşandana Koln ê , helwêsta kurdwarîyê û dadwerî ye. ! Werin li jêr Ala Kurd dengê xwe li hemberî evê bê dadiyê bilind bikin. Roja xîret û hêmetê ye ! Parêzgarî mafê xwe be.! , Li doza Netewa xwe pêgîr be.! Dê werin em careke dinê jî li Koln ê ji YE ra bibêjin Me bibînin. Em li vêderê ne.! Em Kurdin û welatê me Kurdistan e !
Kurdîno herne pêş ji bo xwepêşandina Koln ê li jêr Ala Kurdistan ê.
Cihe Meşê:Ebertplatz-KÖLN Roj:13.05.06, Destpêk saet: 12.00 Xwepêşandan Roncaliplatz : Seat 14.00- 17-00
Amadekar: PDK-Bakur, PADEK, PRK-Rizgarî, PİK, PSK, PŞ-KAWA, PDK-Î, PDPK-S, PDK-S(El Parti), PAK-S-Evrupa, MKK - Malbenda Kulturî Kurd-li Almanya, SKA-Sentera Kurd li Almany ya. Piştgîri: PWD-K
Top
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |