|
Vegere
Konferansa li ser pirsgirêka kurd li Anqerê destpêkir
Yaşar Kemal konferans vekir û di axaftina xwe de got ”Hun çi dikin
bikin lê bi şerefa kesekî an gelekî meleyizin” û dawiyê daxwaza xwe bi
van îfadan anî ziman: ”Ya demokrasiya rastîn ya hîç”.

Konferansa ku
ji bal Însiyatifa Aştiyane ji bo Pirsgirêka Kurdî tê amadekirinö îro
serê sibê li Anqerê bi duruşma ”Tirkiye li aştiya xwe digere”
konferans bi axaftina romannivîsê kurdnÜıjad ê bi navûdeng Yaşar Kemal
dest pêkir.
Yaşar Kemal di
axaftina xwe de got ku damezirênerê Cumhuriyeta Tirkiyeyê Mustafa
Kemal di 1923-yê de dixwest muxtariyetê (otonomiyê) bide kurdan, lê
desthilatên Tirkiyeyê ên ku pişt re hatin, av daxwaza Mustafa Kemal
bicîh neanî.
Yaşar Kemal
diyar kir ku sedsala 20-ê bû sedsaleka ku li bejna nesla însaniyetê
nehat. Kemal got ku di sedsala 20-ê de mirovatî trajediyên gelek mezin
jiya, li gel şerê cîhanê ê yekê û ê duduyê şerê sar jî bela û
karesatên gelek mezin anîn serê însaniyetê. Wî got ku şerê ku ev 25
sal in bi kurdan re tê kirin jî ne diyar e ê kengî dawî lê bê.
Yaşar Kemal
diyar kir ku hin ji vî şerî re dibêjin şerê ”kêm-întensîv”, hin
dibêjin ”light”, ”lê,” got ”nasyonalîstên nîjadperest ê Tirkiyeyê hene.
Ev şerê navxweyî dixwazin. Tevî ku adirbestên yekalî hene ev şer
berdewam e. Pênça hezar avayiyên gundan hatin hilweşandin, ji birçîtî
û belengaziyê însan telef bûn, cînayetên kujernediyar bûn diyardeyeka
rojane û vê şerî pişt li Tirkiyeyê şikand.”
Yaşar Kemal
got di şerê heyî de Tirkiyeyê navê gerîlla kir ”terorîst” û hêviyek ji
vê kir. Ewropiyan jî ev yek fêhm neki, wan got qey macerayeka gêncan a
gerîlatiyê ye. Lê îro ragihandina dinyayê hemî tiştî dizane. Eger li
hundurê çavê dinyayê bê nihertin û bi zanetî ev şer be berdewamkirin,
ev şer ê Tirkiyeyê birizîne. Kes nikare ji bin vî barî derkeve.”
Yaşar Kemal
diyar kir ku tê gotin ”ji bilî tirkan tu dostekî tirkan nîne,” lê wî
got ”ev ne rast e, ji bilî tirkan dostên tirkan hene, kurd dostên
tirka ne. Ji şerê Malazgirdê (1071 Netkurd) heta şerê rizgariya Tirkan
(1920-23 Netkurd) kurd her dostê tirkan bûn.” Yaşar Kemal her wiha
diyar kir ku hin dibêjin kurd dixwazin Tirkiyeyê perçe bikin, lê ev ne
rast e, kurd daxwaza perçekirina Tirkiyeyê, nakin ew daxwaza mafên xwe
dikin.
Wî got ”belkî
hin vê axaftina min sert bibînin, hin bêjin qehreman e, lê em li vê
derê behsa aştiyê dikin, ’me nevê em li baxvan bidin, me divê em tirî
bixwin’,. Ya din ez ne qehreman im, lê dil û hinavên min disojin,
çimkî ez nivîskarê vî gelî me. Eyb e, meriv wiha li birayên xwe nake.”
Yaşar Kemal
got ku ziman u kultura kurdî xwedan dîrokeka kevnare û dewlemendiyeka
mezin e û rexne kir ku kultur û zimanekî bi vî awayî kevnar û
dewloemend tê qedexekirin. Yaşar Kemal rexne kir ku alim û ronakbirên
tirkan bi xwe jî di pirsa pirr zimanî û pirr kulturî de nezan in û got
divê em şeref, nan û kultura welatê xwe rizgar bikin. Wî got
pirsgirêka kurdî dikare bi awayekî aştiyane û metodên demokratîk
çareser bibe, sê caran li ser hav got ”ya demokrasiya rastîn, ya hîç”
û dawî li axaftina xwe anî.
Tê ragihandin
ku konferans gelek balkêş e, ragihandin bala xwe dide serê, beşekî
mezin ji ronakbîrên kurd û tirk tê de amade bûne.
Konferans ê du
rojan bikêşe.
Çavkanî: Netkurd.com
Jor
|