Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Gav bi gav ber bi avakirina Akedemîya Çand û Hunera  Êzîdîya

Yekîtiya Êzidiyên Ciwanên Şerfedîn / Sulingen

www.ezidi.com

 

 

 

 

Di vê yekşema buhirîde, 10.09.2006 an, civîna 2. ya Hunermendê Êzîdî li Komela Yêkîtîya Êzîdîyên Ciwanên Şerfedîn li Elmanya li bajarê Sulingen hate lidarxistin.

Civîna ku Yêkîtîya Êzîdîyên Ciwanên Şerfedîn xwedîmalîtî kir. Di seat 16:00 de bi deqake rêzgirtina jibo Şehîdê 72 fermana hate destpê kirin.

Civîn, bi du beşa hate çêkirin, di beşa yekemîn de, nerîn û pêşnîyarîyên beşdarvana hate guhdar kirin. Di beşa  duyemîn de pêşnîyarên beşdarvana hatin nîqaşkirin û armanca civînê hate dîyar kirin.

Civîna ku Hunermendên Êzîdî, Aydin Ronak, Îmad Selîm, Koma Alan, Xesan, Zerdest Mêrdînî, Koma Randî, Hozan Hamar, Sêvo Derbas, Dengbêj Cemîl, Koma Rojhat, Koma Silo Can, Koma Melek, Hozan Welîd, Hozan Silêman, Hozan Wezîr, Lêkolîner û Rojnamevan Bexşî Günay, Serokê Yêkîtîya Êzîdîyên Ciwanên Şerfedîn Osman Alp, Oldarê Sazîyê Şêx Ahmed, Mamostê Sazîyê Shükrü Kaska û endamê sazîyê Cercur Cengiz amadebuûn.

 

Civînê heta seat 21:00 berdewamkir. Di dawîya civînê de, bi minasebeta hinek Hunermend ne amadebun, biryara civîna sêyemîn di 15.10.2006 an de hate dayîn û ev civîn wê di heman demê de bibê civîna hilbijartina komîta amadekar jibo avakirina Sazîyek Hunermendên Êzîdî.

 

Hunermendê kedkar  Hozan Dilgeş jiber tendirustîya xwe nikarîbu tevlî civînê bibê, lê bi rîya telefonê di derbarê Civînê de nerînê xwe ji ezidi.com re vekir. Hozan Dilgeş, bal kişand ser tenêhiştina Hunermendên ji civaka Êzîdî û got, êdî jibo avakirina sazîyek Hunermendên Êzîdî wext hatîye û derbasbuye. Heger ku Hunermendên Êzîdî lihev xwedî dernekevin, wê dinav xebata Hunerî ya sazîyên Kurdistanî yekalî de bên fetisandin. Divê ku em lihev xwedî derkevin û jibo sazkirina "Akedemîya Çand û Hunera Êzîdîyan", xebatên xwe bi awayekî awerte berdewam bikin.”

 

Di derbarê civînêde Lêkolîner û Rojnamevan Bexşî Günay, jî balkisşand ser parastina Çand û Hunera Kurda bi sedên sala û wiha got, ne Hunermendên Êzîdî û ne jî yekkesên civaka Êzîdî, jibo Çand û Hunera Kurdan çav bernedana parîyê amade. Ewan hertim, bi keda xwe û xwêdana enîya xwe û gelek cara jî bi fedakirina canê xwe xizmet ji Çand û Hunera Kurd re kirine. Lê mixabin di van demê dawî de di serî de Hunermend û bi teybetî jî civaka Êzîdî, ji derfetên jibo Çand û Hunera Kurd hene, bê par tên hiştin.

Mirov nikarê bêjê ku eva bi nezanî tê kirin. Lewma jî divê Hunermendên Êzîdî û civaka Êzîdî hişyar bibin, çavê xwe vekin û li derdorê xwe baş binerin.

 Çi kesê ku destê xwe dirêjbikê ne doste. Divê ku vê bash zanibin û bi awayekî zanyarî tevbigerin.”

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis