Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Home

Komel

Nûçe 

Êzîdiyatî

Wêje

Gotinên Pêşiyan

Weşanên Nuh

Mûzîk 

Wêne

Links

Erşîf

Deftera Mêvanan

Forum

Peywendî

Mal û Komelên Êzidiyan

Quncika Azad

Arîkariya me bikin   >>>>

Add us to Start Page >>>

Kocka Kaniya Sipî >>>>

Add us to Favorite    >>>

 

Vegere

 

 

Ji Hunermendên Êzîdî yekemînek

www.ezidi.com / Sulingen

 

 

 

Li Elmanya bajarê Sulingenê ji Hunermendên Êzîdî yekemînek. Hunermendên Êzîdî civîna xwe ya çaremîn li salona Yêkîtîya Ciwanên Şerfedîn li Sulingen çêkirin û jibo amadekarîyê Kongrê komîsyonek ji 11 kesa hilbijartin.

Civîna ku bi tevlîbuna Koma Alan, Hozan Aydin Ronak, Hozan Zerdeşt Mêrdînî, Hozan Necmedîn, Hozan Ekrem Reşo, Hozan Şêran, Hozan Aydin, Koma Melek, Koma Sansar, Hozan Wezîr, Hozan Azad, Hozan Zîwer, Koma Aco, Koma Huner, Hozan Raît, Koma Sor, Hozan Menal, Dengbêj Cemîl Hiso, Hozan Bino, muzîkbêj Kawa Pêþîmam, Hozan Rîyad, ji Yêkîtîya Ciwanên Şerfedîn, Şêx Ahmed Kaska, Osman Alp, Cercur Cengîz, Şükrü Kaska û Lêkolîner û Rojnamevan Bexþi Günay di seat 15:00 de bi dekayekê rêzgirtina jibo þehîdê 72 fermane destpêkir,.

Civînê bi sê beþa berdewam kirin.

Beşa yekemîn sitendina agahdarî di derbarê amadekarîyên civînêde.

Di beşa duemînde nerînê beşdarvana di derbarê civîna bihurîde û pêşnîyarî wan jibo naveroka civînê.

Di beşa sêemînde hilbijartina  komîsyonekê jibo amadekarîyê Kongrê di sala nude.

 

Komisyona amadekarîyên civînê dikir da xwîyakirin ku, Hunermendên ku xwe bi telefonê gihîjandina wan û jiber kar û barê hunerî nikarîbun tevlîbibin evbun. Hozan Bedîl, Hozan Weysî, Hozan Şêran, Hozan Iskan, Hozan Alî Şingalî, Hozan Ferhat, Hozan Faqîr Osman, Hozan Diljar, Hozan Westîl, Hozan Dîndar, Hozan Pîr Xero, Hozan Enver´e.

Ji alîyê komîsyonêve hate diyar kirin ku Mala Pîra bi awayekî wekirî gotina ku ewê tevlî vê xebatê nebin. (mala Pîra= zaroyên pîr Êzdîn)

 

Di beşa civînê ya sêymînde Hozan Azad, bal kiþan ser pêvajoya nu û xeterîya jibo çand û hunera Êzîdîye û got „pêwiste ku hemu hunermendên Êzîdî bi awayekî berpirsyar tevhev bigerin û xwedî li çand û hunera Êzîdîya derkevin.

Xwedî derketina li çand û hunera Êzîdîya xwedî derketina li Cewherê çand û hunera kurde. Divê baş bê zanîn ku tu kes we nikaribê liser parîyê hazir runê.“ Hozan Amer jî bal kişand ser dîroka bihurî û got“jiber ku civaka Êzîdî bê serubere, çiqasî bi xwêdana enîya xwe serkeftin bi dest xistibin jî, kesên din li vê keda wan xwedî derketina û ev keda wan kirina mal û milk ji xwere, divê êdî pêşî li van nihaqîya bê girtin.“ Hozan Aydin Ronak jî, bal kişand ser giringîya tifaqê û got“çêbuna tifaqê, ji qedr, mahrîfet û hezkirinê çêdibê, divê ku berî hertiştî em qedr û mahrîfetê bidin hev.“ Hozan Alan jî, balkişan ser xernexwazê civaka Êzîdî û got“mebesta me weke hunermendê Êzîdî ne sitandina tewrekê li hember tu kesîye, mebesta me ewe ku valahîye heye bi awayekî zanyarî bê dagirtin.

Hozan Zerdeşt Mêrdînî jî, bal kişan ser giringîya çand û hunerê û got“ji tevgera parastina çand û hunerê re divê hunermend bibin serkêş. Û divê hunermendên Êzîdî jî, bi vê zanyarîyê nêzîkî pirsgirekan bibin. Piştî nerîn û pêşnîyarîyên peşdarvana, jibo amadekkarîyên Kongreya Hunermendên Êzîdî di sala nu de komisyonek ji 11 kesa hate hilbijartin.

 

 

 
 

Komîta ku jibo Kongrê hatî hilbijartin...!

 

 

 

Jor

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis