|
 |
Vegere
Serokê Kurdistanê yekbûna
herdû îdartan bi gelê Kurdistanê ragihand
Peyamner/08.01.2006
PNA-
Piştî ku herdu nivîsgehên sîyasî yê Partî Demokratî Kurdistan û Yekîtî
Niştimana Kurdistan sebaret bi yekbûna herdû îdaran çend civînên dirêj
encamdane, duhî piştî nîvroj li havîngeha Pîrmam û bi çavdêrîya birêz
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, yekbûna herdû îdaran hate ragihandin.
Di konfiransek rojnamevanî de birêz Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê
ragihand: Ew birayên ku di vê komîtê de bûn kareke mezin encamdan, ez
dikarim bi gelê Kurdistanê ragihînim ku herdû partî gihêştine
rêkeftinê bo yekbûna herdû îdaran, ev rojeke dîrokîye û deskeftinek
mezine jî bo gelê Kurdistan û rastersat piştî cejnê rêkeftin dihête
pêş perleman, ji bo li ser wê piştrast bikin û piştre dest bi
cêbecêkirinê bihête kirin.
Ez vê rêkeftinê weke cejnekê pêşkêşî gelê Kurdistan dikim û xudîyên
şehîdên serbilin, herwiha pîroz bahî li herdû partîyan û hemû gelê
Kurdistan her di xweşî û di serkeftinê de be.
Herwiha ji alîyê xwe de birêz Kosret Resûl Elî endamê nivîsgeha sîyasî
yê Yekîtî Niştimana Kurdistan ragihand: Em pîroz bahî li gelê
Kurdistan û cenabê Celal Talebanî serok komarê Îraqê û birêz Mesûd
Barzanî serokê Kurdistanê û herdû nivîsgehên sîyasî Partî Demokratî
Kurdistan û Yekîtî Niştimana Kurdsitan û hemû alîyên sîyasî p xudîyên
Şehîdên serbilind li van hemûyan dikin, ku ev roj piştî bi dehan
civînên dirêj ji alîya şandên herdû nivîsgehên sîyasî Partî û Yekîtî
em gihêştin rêkeftnameya yekbûna herdû îdaran, ev roj rojeke dîrokîye
di xebata gelê Kurdistan û dilê hemû Kurdekî jî gelek şad bûye bi vê
rêkeftinê ku gelek kes we diznîn ku em nikarin rêkbikevin û îdaran
yekbikin.
Herwiha birêz Diktor Roj Nûrî Şawîs endamê nivîsgeha sîyasî Partî
Demokratî Kurdistan, bi navê şanda Partî bîroz bahî li herdû birêzan
Mesûd Barzanî û Celal Talebanî kir û nivîsgehên sîyasî yê herdû
partîyan kir û camewerê Kurdistan û malbatên serbilind yên Şehîdan û
pêkolên herdu nivîsgehên sîyasî yê Partî û Yekîtî bi bilind nirxand.
Top
|